Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nadir Hesenî

20:23 - 24 Şibat 2014

H:Rehîm Gergulî

Nadir Hesenî kurê Hacî Elî, sala 1344’an (1965) li gundê Aliyawê ya ser bi bajarê Şinoyê hatiye dinê.
Nadir Hesenî jî mixabin weke piraniya zarokên Kurdistanê di zarokatiya xwe de bi sedema destengî û hejarî û herweha nebûna îmkanatên xwendinê, ji xwendinê bêpar dibe.

Nadir Hesenî nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Sala 1361(1982)’an bo cara yekemîn min PDKÎ nas kir, jiber ku gellek ji xelkê gundê me di refên PDKÎ de mijûlî xebat û pêşmergatiyê bûn. Herweha hewceyî basê ye ku dengê Ehmed Şêrbegî bêjerê RDKÎ jî roleke girîng di zêdetir nasiyariya min bi rêbaza PDKÎ re hebû”.

Nadir tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ re weha bas dike: “Min pir hez dikir ku ez tevlî PDKÎ bibim lê min nedikarî. Sala 1983(1362)’an tîmeke pêşmergên Partiya Demokrat bi fermandehiya Mihemed Dastan hatibûn gundê me û di malekê de bûn ku xwediyê malê dizanî ku ez çiqas hez dikim pêşmergan bibînim û tevlî wan bibim, lewra ez gazî kirim û got pêşmerge di mala min de ne û tu jî were wan bibîne, ez çûm bal pêşmergan û min biryar da ku bibim pêşmerge, û êdî cardin nezivirîm mala xwe, piştî vê ku em çend rojan di menteqê de man, ez şandim Fêrgeha Siyasî -Nizamî ya PDKÎ li herêma Gelale ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, û di devreya 15’ê ya Fêrgê de beşdar bûm”.

Nadir Hesenî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Min di jiyana pêşmergatiya xwe de rojên xweş û ne xweş zaf dîtine, lê rojên herî xweş ên jiyana min û bîranînên herî xweş ku hertim di mêjiyê min de ne, wî çaxî bûn ku em vedigeriyan menteqê û nava xelkê xwe de, ez niha jî bi vê hêviyê dijîm ku rojek weha bê û cardin ez vegerim nava xelkê xwe de”.

Di hember de Nadir Hesenî rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha bas dike: “Roja her nexweş a jiyana min ev e ku em weke hêza Simko li devera Şinoyê li ser vê yekê sax bûn ku sê binkeyên leşkirî ên rejîmê bi hevre bigrin, piştî êrîşê du binke hatin girtin lê binkeya sêyemîn ma, hêza Simko nameyek ji hêza Aware re şand û daxwaza hevkarî û piştevaniyê jê kir, Mixabin name ketibû destê Sipaha Pasdaran, em haydarî vê yekê nebûn û birçî û tênî û mandî ber bi zozanên Îşke Şîv li nêzîk gundê Sofyan a ser bi bajarê Pîranşarê ve ketin rê, şev me li wir derbaz kir û sibêzû dema me lê nêrî her çar aliyên me ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatine dorpêçkirin, ji demjimêr 5’ê sibêzû de şer despêkir û heya 8’ê şevê dom kir, mixabin di wî şerî de 2 pêşmergên PDKÎ şehîd ketin û di hember de fermandeyekî paye bilind ê Sipaha Pasdaran jî hat Kuştin, nexweşiya wî rojî di vê yekê de bû ku me çavnihêriya hêza Aware ya PDKÎ a Pîranşarê dikir ku bigihîje hevara me, lê me nedizanî ku name ketiye destê hêzên rejîmê de”.
Nadir derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1999(1378)’an li Nawenda sê ya Kurdistanê min jiyana hevpar tevî Xomar Hemedemîn pêk anî û berhema jiyana me jî çar kur in”.

Nadir Hesenî rû li xelkê Kurdistanê bi giştî û gencan bi taybetî dike û dibêje: “Xelkê Kurdistanê daxwazê ji we dikim ku alîkar û piştevanê partiya xwe PDKÎ bin û li pey siyasetên rejîmê nekevin û yekgirtî û tevî hevdu baş bin, herweha daxwazê ji gencan dikim ku pişta xwe nedin partî û netewa xwe, dersê bixwînin û hevkariya PDKÎ bikin, jiber ku di pêşerojê de her hûn wê rêberatiya PDKÎ bikin”.

Nadir Hesenî bi hêviyekê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne, ev jî ev e ku: “Piştî zêdetir ji 30 salî pêşmergatiyê tenê hêviya min ev e ku PDKÎ û hêza pêşmerge serkevtinê bi dest bixe, û bi azadî cardin vegere Kurdistanê û nava xelkê xwe de, da ku xelk jî bizane PDKÎ her weke salên berê pêdagir û qahîm di cihê xwe de ye”.