Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nakokiyên di navbera Îran û Pakistanê, û pirsa DAÎŞ’ê

13:58 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Îdrîs Stwet
Di mehên derbazbûyî de li ser meseleya Dewleta Îslamî li Îraq û Şam û bizavên Îslamîxwazên tundajo ên welatê Pakistanê, pêwendiyên di navbera Pakistan û Îranê ber bi alozbûnê ve çûye, û di wê midehê de her du welat çendîn car hoşdarî dane hevdu.

Îran û Pakistanê sînorek dûr û dirêj bi hev re hene, û devera sînoriya Pakistan û Îranê bi sedema hebûna partiyên xebatkar û çekdar ên deverên Sîstan û Belûçistana Îranê ku Îran wan partiyan bi terorîst nav dibe, mêj sal e ku bûye qada aloziyên ser sînorên her du welatan, û li ser wî sînorî pir car nakokî di navbera Pakistan û Îranê de çêbûye. Lê wê carê nakokiyan têhn û gorriyek zêdetir bixwe dîtiye.

Mideheke navê DAÎŞ’ê weke terorîzma cîhanî zaftir li navê Elqaide û Taliban ketiye nava medyayên cîhanî û tirs û dilkutik bo piraniya welatên cîhanê çêkiriye, û welatê Îran û Pakistan û welatên Erebî jî heya qasekî ji vê tirs û dilkutikê bêpar nine.

Rejîma Îranê deshilatdarên Pakistanê bi vê yekê tometbar dikin ku nikarin sînorên xwe biparêzin û di warê parastina sînoran kêmxem in, û Îran dibêje terorîst di nav Pakistanê ve têne nav axa Îranê, û daxwaz ji dewleta Pakistanê kirine ku pêngavên pêdivî bo ewlehiya sînorên navbera Îran û Pakistanê bavêjin, heya ku neyarên Îranê nifûzê nekene nava axa wî welatî.

Welatê Pakistanê çendîn sal e ku tevî arîşeyên girupên terorîst berbirû ye, û di van çend salên bihurî de, em şahidê çalakiyên cuda cuda ên terorîstên weke Elqaide û Taliban di wî welatî de bûyîn.

Akinciyên welatê Pakistanê %98 Misilman in, û di nava wan de %75 Sunî mezheb in, û pir bizavên Îslamî di vî welatî de hene, û hem di dema derbazbûyî de û hem jî niha binke û wargehên Elqaide û Taliban di vî welatî de heye, û pêkhatiya civakî ya vî welatî ev potansiyel heye ku alîgiriya dewleta Îslamî li Îraq û Şamê bike.

DAÎŞ’ê kariye di vî welatî de zaf kes û girûpên Îslamî ku di berê de endamên Taliban û Elqaide bûn bo aliyê xwe bikişîne. Li gorî nûçeyên rojnameyên Pakistanê, di vî welatî de hindek ji girûpên bizavên Îslamî piştevaniya xwe bo Arîkarîkirina DAÎŞ’ê ragehandiye, û nifûza DAÎŞ’ê li Pakistanê rewşa siyasî û civakî di vî welatî de tevlîhev kiriye û ji aliyekî din ve DAÎŞ dixwaze di vî welatî de banodora xwe hebe.

Di wê heyama derbazbûyî de DAÎŞ kitêbek bi zimanê Peştûyî û Ordoyî li hin deverên Pakistanê belav kiribûn, ku têde hizr û rêbaz û bîr û bawerên DAÎŞ’ê tê de hatibû baskirin.

DAÎŞ bangeşeya vê yekê dike ku 10 heya 12 hezar endamên wê hene, “Tekfîrî û Selefiyên Sunî mezheb in, û li dijî şî’eyên welatê Pakistanê ne”, bixasmanî li deverên Xêyber û Pextunxah.

Ji aliyekî din desthilatdarên Pakistan û hêza leşkeriya vî welatî xwe ji bereya şer li dij terorîzm û DAÎŞ’ê dibînin. Heya niha bi awayekî fermî nifûz û bandora DAÎŞ’ê di vî welatî de nehatiye serast kirin, û wisa xuya dike ku nifûza DAÎŞ’ê di vî welatî de bi kêm hatiye girtin.

Eva di demekê de ye ku rejîma Îranê ji vê yekê ditirse ku DAÎŞ bikaribe bandorê danête ser girûpên çekdarên Sîstan û Belûçistanê, û heke li Îraq û Sûriyê lawaz bû û hevkêşeyên siyasî hatin guhertin, lûleyên tifingên DAÎŞ’ê bi piştgirêdan bi çekdarên dijberê rejîma Îranê bi kar bînin.

Nakokiyên wan du welatan li ser pirsa DAÎŞ’ê weha lêhatiye ku carna şer û pevçûn li ser sînorên van du welatan rû didin, û heya niha çendîn kes hatine kuştin, û birîndar kirin, û her du welatan heya niha çendîn carî hişdarî dayne hevdu. Ji ber ku Îran wisa dizane ku di nava axa Pakistanê de êrîşê dikine ser sînorên wan.

Lê di hember de desthilatdarên Pakistanê dibêjin ku aloziyên ser sînorên Pakistan û Îranê, û ew êrîşên ku bo ser hêzên leşkerî ên Îranê têne kirin, hemû di nava axa Îranê de rû didin, û Pakistanê hişdarî daye Îranê ku heke carek din êrîşê bikine ser sînorparêzên Pakistanê, dê tevî dijkiryarên hêzên leşkerî ên Pakistanê berbirû bibin.