Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya “Mistefa Hicrî” bo “Ban Kî Mon”

16:32 - 29 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Di nêzîkatiyên seredana “Ban Kî Mon”, Sekreterê Giştî yê Saziya Netewên Yekbûyî bo Îranê de, birêz “Mistefa Hiucrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di nameyekê de “Ban Kî Mon” ji rewşa mafên mirovan li Kurdistanê haydar dike.


Teqa nemeya han bi vî awayî ye:
Birêz Sekreterê Giştî yê “NY”!

Em haydar bûn ku bi armanca beşdarbûn di civîna welatên bêalî de, hûn seredana Tehranê dikin û di vê derheqê de li zarê berdevkên we ve hûn dixwazin sebaret bi binpêkirinên mafên mirovan di Îranê de, helwest û daxwaziyên xwe derxî holê. Bi nêrîna me givaşên civaka navnetewî bo ser Îranê di pêwendî li gel binpêkirinên mafên mirovan di wî welatî de, di rewşekê de ku pirs û bas pêtir pirsdgirêka bernameya navikî de tên xuyakirin, pêtir ji caran hewce ye. Ji vê yekê pêtir jî hewce ye ku civaka navnetewî nirxandinek kûrtir di pêwendî li gel rehendên cur bi cur ên binpêkirinên mafên mirovan di Îranê de hebe.
Hewce ye bihê amajekirin, seba tepeseriya kesayetî û navendên berevanên mafên mirovan di hundirî Îranê û bertengkirina civaka Îranê ji aliyê hikûmetê ve, di wî welatî de eşkerekirina gişt binpêkirinên mafên mirovan bi taybetî di deverên bêpar ên Îranê de ne mumkin e, lewma me bi hewce zanî di wê pêwendiyê de û bi baldan bi qada çalakiyên me li Kurdistanê, binpêkirinên mafên mirovan di çend gotinan de amaje pê bikin. Çavnihêriya me ji Sekreterê Giştî yê “NY” ev e ku bi baldan bi dijwar bûn û sîstematîktirbûna binpêkirinên mafên mirovan di Kurdistanê de , girîngiyek hêja bi wan pêşhateyan bidin.
Bi raya me hesasbûna wê pirsê di vê yekê de ye ku ne tenê jiyana takekesî a mirovan, belkî jiyana çandî û bi kom a wan jî di Kurdistanê de bi awayek sîstematîk di metirsiya jinavçûnê de ye û bi baldan bi bayexên hevpar ên civaka cîhanî ku di “carnameya gerdûnî” a sazikya dilxwaz a we de hatiye nivîsandin, hewce ye ku navend û kesayetiyên navnetewî di vê derheqê de helwestê bigrin.
Lewma çavbnihêrî tê kirin ku ev binpêkirinên mafên mirovan di sefera xwe de li berçav bigrin di guhê dewleta Îranê de bêjin:
- Nebûna zimanê Kurdî di qutabxane û îdareyan de. Her cure name nivîsandinek fermî bi zimanê Kurdî bê bersiv dimîne û zarokên Kurdan neçar in di temenê 6 salî ve bi zimanê Farsî biaxivin.

- Hewla sîstematîk ji bo guhertina şunasa bajarên Kurdistana Îranê bi taybetî bajarên weke Kirmaşan û Îlamê bi mifahwergirtin li ragihandinan û perwerdeya dewletî, tepeseriya tund a çalakiyên çandî ku di pêxema çanda Kurdî di wan bajaran de tê encamdayîn.
- Nedana îzna çalakiyan bi her partî yan yekîtiyek ku bernameya karî a wan pirsa Kurd be. Heya niha girûpên zêde hatine avakirin ku dewleta Îranê îzna wan girûpan red kiriye.

- Îzinnedana Kurdan ji bo mifahsitandin li navên Kurdî. Kotika Îranê ji tomarkirina navên ku derxerê şunas û nasnameya Kurdî be xwe diparêze, û hûn dikarin kesên zêde li Kurdistanê bibînin ku navên sereke ên wan ji navên nasnameya wan cuda ye.
- Di girtîgehên Îranê de sedan girtiyên Kurd bi tometên siyasî weke endametî di partiyên Kurdî de bibê dana îzna seredana malên xwe hene ku salanek e hepsî ne û niha jî tu navendek çalak ên mafên mirovan zanyarî li ser rewşa wan ninin. Rejîma Îranê bi gefxwarin ji malbatên girtiyên siyasî ên Kurd, pêş bi belavbûna navên wan digre. Hewce ye bihê gotin ku pirraniya girtiyên siyasî ên Kurd derfeta destpêregihîştin bi parêzeran ninin û tenê di çend xulekan de tên dadgehîkirin û bi hukmên dirêjdem tên mehkûmkirin. Me çavnihêrî ji we heye ku daxwaz ji desthilatdarên rejîma Îranê bikî ku tevî çavdêriya saziya “NY”, navên gişt girtiyên siyasî eşkere bike û mafên seredana mal û ... bi wan bide û di dadgehek dadwer de bihên dadgehîkirin. Zeyneb Celaliyan û Elî Muradî ji wan girtiyan in ku di xirabtirîn rewşa mumkin de dijîn û hukmê dirêjdem yê girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin.

- Mihemedsidîq Kebûdvend tenê bi tometa avakirin û çalakiya Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê 11 sal hukmê hepsê bi ser de hatiye sepandin û ji sala 2007’an ve bibê îzna seredana mala xwe û bêparbûn ji mafên seretayî di girtîgehê de ye.
- Kêmî ve 27 girtiyên din ên Kurd bi tometên siyasî û ewlehî di girtîgehên Sinê, Urmiye, Simanan, Recayîşehr û Seqizê de çavnihêrên cezaya lisêdaredan, pesendkirin yan hiloşandina hukmê dadgeha bêdeçûnê yan dadgeha bilind a welat in. Ku ji wan em dikarin amaje bi Hebîbulla Letîfî, Şêrko Mearifî, Zanyar Muradî û Luqman Muradî bikin ku tu yek ji wan di dadgehek adilane de nehatine dadgehîkirin û heyamek zêde li jêr îşkenceyê de bûne.

Eva tenê beşek biçûk ji binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistana Îranê de ye ku girîngiyek taybet hene û ger civcaka navnetewî, saziya “NY” û hûnê birêz di sefera xwe de alîkarê netewa Kurd li Kurdistana Îranê nebin, bêguman karesatek di halê qewimînê de ye ku roj bi roj kûrtir dibe.
Hewce ye amaje bi vê xalê jî bihê kirin ku xelkê Îranê û bi taybetî netewa Kurd di Îranê de ji vedîtina riyekê ji bo gîjandina dengê xwe bi civaka cîhanî bi dijwarî hatine bêparkirin û bi hesasiyet û nigeranî ve helwestên we di vê seredanê de binçav dikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî

Mistefa Hicrî

26’ê Tebaxa 2012’an