Kurdistanmedia: Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê piştevanî li xwenîşandana xelkê dike û daxwaz kiriye ku, rejîma Îranê bi çok bînin.
Daxuyanî wiha ye:
Xelkê dadperwerxwaz û azadîxwazê Îranê
Hemû xelkê tekoşer ên Kurdistanê
Piştî ragihandina bilindbûna %300 nirxa benzînê ji aliyê dewleta komara Îslamî ve, xelkê bajar û deverên cuda ên Îran û Kurdistanê, bi wê biryarê neizateyên xwe bi awayê sekinandina maşînên xwe, daxistina şeqam û rêyan, bêzariyên xwe nîşandan, û hêzên ewlehî jî destê xwe neparastine û xelkê nerazî şehîd û birîndar kirine.
Bilindbûna nirxa benzînê ku dibe sedema hemû hewcehiyên jiyana xelkê ji aliyê dewletê ve, di demekê de ye ku, xelkê Îranê û nemaze di heyama yek du salên derbasbûyî de, li xirabtirîn rewşa jiyanê, bi aboriyeke hejarane dijîn.
Hemû dizanin ku Îran welateke dewlemende bi serweta sirûştî, lê ew siyasete hele ye, û çewteyên komara Îslamî ku li heyama çar dehik di desilatdariya xwe de, ew rewşe bo xelkê Îranê bi diyarî anîye.
Komara Îslamê bi pirojeyên nehewce û ziyanbar ên xwe, bi dizîn û talankirina serwet, dahat û bi terxankirina darayiya xelkê Îranê bo piştevanîkirin li terorîzma navdewletî û mudaxilekirin û fitnekarî di welatên dever û cîhanê de, sedemên wî, hederdana dahata Îranê û hejarîkirina xelkê Îranê ye.
Pêka daxuyaniya civatgehê di torên civakî de, biryar wisa ye ku îro Şeme, 25`ê Xezelwerê, xelk li meydan û şeqamên sereke ên bajarên xwe, li dijî wê biryara dewletê bisekînin. Heya nivîsîna wê daxuyanê, (egerçî hêla înternetê li Îranê hatiye qutkirin yan gellek xawe), xelk bi sekinandina maşînên xwe li ser şeqam û rêyan di nereizayetî nîşandanan de ne.
Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê wê xwenîşandanê û nerizayetî nîşandana xelkê Îranê bi wê biryarê û bi rewşa jiyana wan bi rewa û mafê man dizan e, û piştevaniyê lê dike, û daxwazê dike ku heya rejîma Îranê û bandên mafiyayî ên rejîmê, bi çok nehênin, berdewam bin li helwestên xwe û nerizayetiyên xwe dom bikin.
Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê
25`ê Xezelwera 1398`an
16`ê Çirriya Paşîna 2019`an