Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Havkariya Partiyên Kurdistana Îranê li “Siwîs”ê li dijî cîhada Xumêynî xwenîşandan li darxistin

13:52 - 22 Tebax 2021

Roja Şemî 30ê Gelawêjê, li salvegera Fitwaya Xumêynî” li dijî gelê Kurd di 28ê Gelawêja sala 1358an de, endamên Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, li dijî wê fitwaya Xumêynî li welatê “Siwîs”ê kombûnek li dar xistin.

kombûn bi sirûda “Ey Reqîb” û xulekek bê dengî bo rêz girtin ji canê paqijên şehîdan destpêkir.

Piştre ji aliyê Berpirsê Komîteya PDKÎ “Zahîr Qadir Hacî” ve bi xêrhatina beşdarbûyan hate kirin.

Di berdewamiya kombûnê de bi zimanê “Almanî û Kurdî” silogan li dijî rejîma axundî hatine dan.

Piştre Berpirsê Ragihandina PDKÎ li welatê Siwîsê “Muxtar Rawiş” gotara Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê pêşkeşî beşdarbûyan kir.

Piştre Berpirsê Komîteya Partiya “Şû`î” li welatê Siwîsê “Azad Qasim” li ser yekîtiya gelê Kurd li dijî hikumetên dîktator ên dagîrkerên Kurdistanê gotarek pêşkeşî beşdarbûyan kir.

Herwisa di beşeke din ji wê kombûnê, sirudên şoreşvanî hatine sitrandin.

Di beşa dawiya wê kombûnê de Berpirsê Komîteya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê “Ehmed Mihemedî”, dest xweşî ji beşdarbûyên wê kombûnê kir.