Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Bidarvekirina xortên Kurd nabe sedema vê ku gelê me dest ji xebatê berde

13:55 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2020

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq îdama du lawên din ên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Îdama lawên Kurd nabe sedema vê ku gelê me dest ji xebat bo bidestveanîna azadî û mafê rewa yê xwe berde.

Bîst roj piştî piştrastbûna îdama “Hidayet Ebdulahpûr”, Komara Îslamî ya Îranê di tawaneke din de, “Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade”, du lawên din ên Kurd ji dar vekirin.

“Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade”, ku roja Sêşemî 24ê Pûşperê îdam kirin, heyama 7 sal bû ku bi tohmeta beşdarî di teqîneyeke şikdar de ku sala 1389an a Rojî li dema manoreke hêzên çekdar ên Komara Îslamî di Mehabdê de hate kirin, hikmê îdamê bi ser wan de hatibû sepandin.

Sepandina hikmê îdamê bi ser wan herdu lawên Kurd û cîbicîkirina ceza li ser wan de bi wê tawanê! Di halekê de ye ku berê û çend roj piştî wê teqînê, Serokê Hêzên Bejayî ya Spaha Pasdaran, Mihemed Pakpûr ragihand, me ew kesên ku ew teqîne kirine li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistan xistine nav telikekê û kuştine; Lê piştî sê sal derbasbûn bi ser wê bûyerê de bi binçabvkirina “Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade” ew dosyaye nû kirin.

Ew du xortên Kurd heyama çend salan xistine jêr tundtirîn azar û îşkence bo wê ku wê tawanê bikişînine stuyê xwe da ku bi wî awayî cezayê îdamê bi ser wan de xweş bikin û kerb û kîna hertimî ya xwe bi ser gelê Kurd û xebata wan a rewa de birêjînin.

Komara Îslamî di demekê de ji îdama têkoşerên siyasî û medenî ên Kurd berdewam e ku rejîm di pirsgirêkên dever û cîhanê de givaşekî yekcar zêde li ser wê ye, Korona heta qirêkê pêsîra civatgehê girtiye, rewşa aborî ya welat bi sedema siyasetên çewt ên rejîmê xirab e, hejarî û bêkarî û birsîtî li xelkê biriye; Lê desthilata gendel û nekarayî ku zêdetir li her demeke dinê tirsa teqîna kîn û kerba gelên Îranê ketiye dilê wan de; Bi cihê ku ji siyasetên xwe paşekêşe bikin û guhdarê daxwazê xelkê bin, ji îdam û serkutkirina xelkê wekî rêkarek bo çavtirsandina xelkê azadîxwaz berdewam in.

Bi mêzekirin bi amara îdamên li destpka îsal heya niha bo me derdikeve ku yek ji çar a kesên îdamkirî di wê heyamê de Kurd bûne û her hemû îdamkiriyên wê heyamê jî her Kurd bûne, eve jî vê rastiyê derdixe ku Komara Îslamî bi çi tirs û nîgeraniyekê ve û bi çi dîdgaheke ewlehî ve mêzeyê Kurdistan dike.

Komara Îslamî ya Îranê di çar dehikên derbasbûyî de eve siyaseta wê ya negur a hertimî bûye. Rejîm di hemûyê wê heyamê de bi merema bêdengkirina dengê azadîxwazên gelê Kurd û berdewamî desthilata xwe ya qirêj li hemû emrazeke serkut û kuştar mifah vergirtiye, lê bêguman li cem wê rohn û eşkere ye ku hemû evne ti carî nabine sedema vê ku gelê me dest li xebat û têkoşan bo bidestveanîna azadî û mafê xwe yê rewa berde.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî nîşandana hevxemî digel malbatên “Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade”, wê alxahînê dide ku xebat li dijî Komara Îslamî ya Îranê û têkoşan bo rizgariya netewî û bidest anîna azadî û mafê rewa ya gelê Kurd heta serketin û bidestveanîna wê mafê berdewam e. Di vê pêxemê de jî îdama xortên me, terora têkoşerên me û serkut û êrîş b ser me li birîna rêya xebatê bo bidestveanîna mafê rewa ya xelkê Kurdistanê me sar nake.

Rûreşî û riswayî bo desthilata qirêj a dijî gelî ya Komara Îslamî ya Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

25ê Pûşper a 1399an

15ê Tîrmeh ya 2020an