
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de belav kiriye: “Ji dîtingeha me ve, vê carê jî destê reş yê tawana Komara Îslamî ya Îranê di wê kiryara terorîstî de eşkere ye û hemû dizanin ku Komara Îslamî ya Îranê ye bi handan û dana çek û mifahwergirtin ji girûpên terorîstî yên deverê, dujminê bingehîn yê aramî û cihgîrbûna asayîşê di Rojhilata Navîn de ye”.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Navenda Hevkarî bi hilkefta mûşekbarana bajarê Hewlêrê
Hevnîştimaniyên bi rêz!
Her wekî hûn agehdar in ku li şeva 2021-02-15an, 14 mûşek ber bi aliyê hewlêr û balafirxaneyê ve hatine avêtin û çend taxên wî bajarî bûne armanca wan mûşekan; Mixabin di encama wê kiryara terorîstî de, kesek bû qurbanî û 8 kesên din jî birîndar bûn; Bikerên wê kiryara terorîstî ji aliyê her girûp û dewletekê ve be, em bi tundî şermezar dikin.
Herwisa em daxwazê ji aliyên pêwendîdar li Îraq û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorîzm û Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ku, bi micidî li pey wê kiryara terorîstî bikevin û terorîst û bikerên wê kiryara terorîstî bi raya giştî bidin nasandin û wan bigihînin bi cezayên xwe.
Ji dîtingeha me ve, vê carê jî destê reş yê tawana Komara Îslamî ya Îranê di wê kiryara terorîstî de eşkere ye û hemû dizanin ku Komara Îslamî ya Îranê ye bi handan û dana çek û mifahwergirtin ji girûpên terorîstî yên deverê, dujminê bingehîn yê aramî û cihgîrbûna asayîşê di Rojhilata Navîn de ye.
Xuya ye ku eva cara yekê nîne ku Herêma Kurdistanê rastî êrîşa terorîstî hatiye û dibe armanca neyarên wê Herêmê û cara dawiyê jî nabe.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdsitana Îranê wê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dike û daxwaza leşsaxiyê bo birîndarên wê bûyerê dixwaze.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdsitana Îranê
28`ê Rêbenadana 1399`an a Rojî
16`ê Şibata 2021`an