
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di vê daxuyaniyê de tevî pîrozkirina Newrozê li tev xelkê Kurdistanê bi taybet malbatên serbilindên şehîdan, girtiyên siyasî û pêşmergeyên cangoriyên Kurdistanê, têkoşerên siyasî û xwemxwarên welat kiriye.
Di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye:
Rejîma Îranê dixwaze bi pîlanekê rêûresmên Newrozê bêxe bin kontrola xwe û ji aliyek din ve rûkek din ji xwe bide nîşandan û ev jî ev e ku dixwaze di hin cihan de wekî mînak li bajarê Sinê, bi îdiaya xwe karnavala Newrozî bi rê ve bibe û ti şik û gumanek di wê yekê de nîne ku xelk bi resma salên berê, di wan cihan de ku bi xwe dixwazin, rêûresman bi rê ve dibin û agirê Newrozê hil dikin û divê bi baykotkirina rêûresmên ku di bin kontrola rejîmê de ne, “Ne”yek mezin bo wan bêjin û wan pîlanên rejîmê pûç bikin.
Herwisa di daxuyaniyê de hatiye:
daxwaz ji xelkê dikin ku bi amadebûn li rêûresmên Newrozê ku ji aliyê xelkê bi xwe ve bi rê ve diçin, bi kincên civan û rengînên Kurdî û bi camane û hewrî û gulên sor, Newroza îsal jî bikin bi derfetek baş bo nîşanda yekgirtin û vekheviya me.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
25ê Reşeme sala 1400 a Rojî