Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi weşana daxuyaniyekê êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir

10:27 - 15 Adar 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê roja Duşemî 14`ê Adarê, bi weşana daxuyaniyekê êrîşa terorîstî ya ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar kir û di beşek li daxuyaniyê de daye zanîn, “em daxwazê ji Civatgeha Cîhanî dikin pêşiya kiryarên Îranê bigire ku çarenivîsa Îraqê û Herêma Kurdistanê jî, wek Sûriye, Lubnan û Yemenê lê neke.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, li beşek li daxuyaniya xwe de diyarî kiriye: “Eva yekem car nîne ku Komara Îslamî ya Îranê êrîşa mûşekî dike ser axa Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Îraqê, êrîşa mûşekî ya bo ser binkeyên Hizba Demokrat li Xermanana 1397`an a Rojî, yek ji wan êrîşane ye ku bû sedema şehîdbûna 17 pêşmergên Hizba Demokrat û birîndarbûna dehan kesan.

Navenda navbirî di beşek din de gotiye: “Rejîma Îranê çendîn sal e bi bêberçavgirtina yasayên navdewletî û nirxdan bi serweriya siyasî ya welatê Îraqê, ne tenê her bi eşkere destêwerdanê li karûbarê navxweyî yê welatê Îraqê de dike, belkî li her derfetekê bo çêkirina krîz û fitnegerî li wî welatî mifahê werdigire. Ev destêwerdanane gihane astekê ku li salên derbasbûyî de berdewam xelkê Îraqê li dijî rejîma Îranê xwenîşandan kirine.”

Navenda Hevkarî dibêje: “Mûşekbarana binkeyên Hizba Demokrat destpêka wan êrîşane bû ku em niha dibînin û vê demê Hizb û aliyên siyasî yên dijberê rejîma Îranê daxwaz li Saziyên Netewên Yekgirtî û aliyên pêwendîdar kirin ku sînorekê bo mudaxileya rejîma Îranê danên û wan cinayetên wê rejîmê û binpêkirina sînorê welatekê şermezar bikin. Lê mixabin Civatgeha Cîhanî û aliyên pêwendîdar ew kiryarên eşkere yên rejîma Îranê micidî wernegirtin û encama vê jî, eva lê çê bû.

Navenda Hevkarî dibêje, em daxwazê li Civatgeha Cîhanî û hemû aliyên pêwendîdar dikin ku bi helwest û kiryar li dijî rejîma Îranê bisekînin û nehêlin ku rejîma Îranê, asayişa welatê Îraqê û Herêma Kurdistanê û çarenivîsa wan wekî çarenivîsa welatên Lubnan, Sûriye û Yemenê neke.