Roja Sêşemî, 1ê Îlonê, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi banghêjiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, kombûnek hate lidar xistin.
Di wê kombûnê de, ku Sekreter û kesên yekem yên Partiyên pêkhêner yên Navenda Hevkariyê jî beşdarê wê kombûnê bibûn, û ji aliyê Heyeta Partiya Demokrat a Kurdistanê ve pêşewazî ji wan hate kirin, piştre pêka destûra kar kombûn dest pêkir.
Piştre Sekreterê Giştî yê PDK, “Xalid Ezîzî”, bi îşarekirin bi mijarên ku di destûra kar ya kombûnê de hatibûne danîn bas kir, û kombûn lidar xist û beşdarên kombûnê û bi taybet kesên yekem yên Partiyan bi hûrdekariyan gotinên xwe pêşkêş kirin.
Ew basane ku bi giştî pêwendî bi çalakî, hereket û dîdgeha Navenda Hevkarî derheq çend mijarên pêwndîdar bi Îran û Kurdistanê bûn, tevî şirovekirin û hevdengiya endamên Navenda Hevkariyê, biryarên hewce li ser dan.
Piştî gengeşeyên dawî ji aliyê “Xalid Ezîzî” ve, berprsayetiya Navendê ji aliyê PDK ve bi Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hate spartin.