Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê: Bigihin hawara qurbaniyên lehiyê li Îranê

12:59 - 5 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê ji saziyên sivîl ên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê dixwaze weke berê, ku wan bi hesta xwe û bi alîkariya qurbaniyên erdheja Kirmaşanê hemase afirand, niha jî alîkariya berketiyên lehiyê bikin û car din di dîrokê de tomar bikin ku pêşengên karên mirovdostane ne. 

Daxuyanî wiha ye;

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê, saziyên sivîl! 

Newroza 1398'an a Rojî, di demekê de bi dawî hat ku beşeke zêde ji xelkê li başûr û rojavayê Îranê ji ber baraneke zaf û xemsariya berpirsên rejîmê rastî ziyanê hatin û heya niha jî di nav avê de ne û herî kêm 57 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 500 kesan birîndar bûne. Riya bi sedan gundan hatiye girtin. Bi hezaran gund jî wêran bûne û ziyaneke zêde a madî ber xelkê ketiye. Di vê karesata siruştî de 23 parêzgehên Îranê rastî baraneke zêde hatine û şeş parêzgehên Îlam, Kirmanşan, Luristan, Xûzistan, Çarmehal Bextiyarî û Kohkîloye di rewşeke xirab de ne û hêla hesin a bakur û başûrê Îranê asteng bûne û xelk di rewşeke nebaş de derbas dike. 

Ev barana zêde karesateke siruştî ye û rê li ber baranê nayê girtin, lê dîsa jî mirov dikare bi siyasetên dirust rê li ber karesatê bigire. Lê belê berpirsên Îranê siyasetên şaş girtine ber xwe û di encama lehî û erdhejan de gelek kes ziyanbar dibin. 

Desthilata Komara Îslamî, girîngiyê nade siyasetên demdirêj, rêveberiya ne şareza heye, pere li welatên din ji bo berfirehkirina desthilata xwe û xurtkirina hevpeymanên xwe xerc dike û bi siyaseta xwe a tepisandinê, wan pereyan li xelkê xwe û ji bo xurtkirina bingeha avedankirinê xerc nake. Ev siyasetên şaş bûne sedema bilindbûna rêjeyaa qurbaniyan û herwisa ji ber vê siyaseta şaş, civaka cîhanî jî li hemberî van bûyeran bê deng e û bi hawara wan re nayên. 

Nebûna baweriya xelkê bi medyayên rejîmê û berpirsên wan, û herwisa destêwerdana Spaha Pasdaran di rêvebirina karên van rojan de ên alîkariya qurbaniyên lehiyê û derketina nakokiyên di navbera dewleta Rûhanî û Spahê de û nebûna baweriya xelkê bi Hilal Ehmer û Komîte Imdadê bûye sedema bilindbûna asta xesar û ziyanên karesatê. 

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên lehiya vê dawiyê li Luristan û Îlamê tîne ziman û ji saziyên sivîl ên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê dixwaze weke berê, ku wan bi hesta xwe û bi alîkariya qurbaniyên erdheja Kirmaşanê hemase afirand, niha jî alîkariya berketiyên lehiyê bikin û car din di dîrokê de tomar bikin ku pêşengên karên mirovdostane ne.

Ji navendên navdewletî û saziyên mirovdost ên cîhanî jî dixwaze bigihin hawara vî xelkî ku ziyanên madî û canî hebûne. Xemsariya Komara Îslamî jî di vê derbarê de şermezar bikin. 

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê 

14’ê Xakelêweyê a sala 1398'an a Rojî

3'ê Nîsanê a sala 2019'an a Zayînî