Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê bo pirsgirêkên Kurd li “Brîtainiyayê” civiyan

17:49 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Nûnerên Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, di gel Berdevkê girûpa endamên parlemana “Brîtainiyayê” bo Rojhilata Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn.

Roja Sêşemî 6`ê Xakelêweya 1398`an(26`ê Adara 2019`an) Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, li welatê “Brîtainiyayê” ”, li gel “Loîd Rasil Moyil” endamê parlemana “Brîtainiyayê” û berdevkê endamê parlemanê, bo Rojhilata Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn.

Ew çalakiya di berdewamiya hevkarî û pêngavên wê navendê li “Brîtainiyayê” ” bi merema zeqkirina dengûrengê neteweya Kurd li Rojhilata Kurdistanê hate lidarxistin.

Di wê hevdîtinê de, nasandina Navenda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, û dawî rûdawên li Rojhilata Kurdistanê, û civîna “Hannover” bo avakirina hevpêymaniyek bo azadî û vekhevî di Îranê de, di navbera 10 Partî û aliyên siyasî yên Îran û Kurd de, hate baskirin.

Herwisa di wê civînê de, bernameyên Newrozê, li navxweyî Îran û rewşa mafê mirov li jêr deshilata rejîma Îranê, hate bas kirin.

Di dawî de, bas li hevkariya zêde û girîngîdan bi du civînên di rojên bê de, li parlemana “Brîtainiyayê” li ser rewşa Rojhilata Kurdistanê kirin.