Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di peyamekê de, pîrobahî li Nêçîrvan Barzanî, serokê hilbijartî ê Herêma Kurdistana Îraqê kir.
Peyam wiha ye;
Birêz kek Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Bi helkefta hilbijartina we ji bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê, ji aliyê hemû partiyên Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê ve, em ji dil pîrozbahiyê li we dikin. Bi ezmûnên we û jêhatîbûna we di rêveberiya hikûmetê û dilsoziya we derheq gel û nîştiman, em hêvî dikin ku, bi hewla we jiyana xelkê li Başûrê Kurdistanê ber bi başbûnê ve biçe û hûn weke hertim bibin piştevan ji bo hemû Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê.
Careke din em hilbijartina we pîroz dikin û hêviya serketinê ji bo we û doza rewa a gelê Kurd dixwazin.
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê
8`ê Cozerdana 1398`an
29`ê Gulana 2019`an