
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de got ku emê bi helwesteke hêja û hevgirtî, li hemberî tawanên Komara Îslamî derkevin.
Daxuyanî wiha ye;
Daxuyaniya Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê;
Emê bi helwesteke hêja û hevgirtî li hemberî tawanên vê rejîmê derkevin!
Roja 17’ê Xermananê a 1397’an a Rojî (8’ê Îlona 2018’an a Zayînî) rejîm hov a Komara Îslamî a Îranê li dijî gelê Kurd, rûpeleke reş a din avête ser dîroka xwe a tijî tawan û hovîtiya. Şeva berî wê jî, celad û hovên vê rejîmê, sê girtiyên siyasî ên Kurd bi navên Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Ramîn Husênpenahî darve kirin. Hevdem Spaha Pasdaran a rejîmê jî baregehên Hizba Demokrat a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li nêzîkî bajarê Koye kirin armanca êrîşa mûşekan û di encamê de 13 kes ji endamên rêberî, kadir û pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê û du pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şehîd bûn û herî kêm 40 kes ji xebatkaran û malbatên Kurd ên Rojhilat di encama vê erîşê de birîndar bûn ku rewşa hin ji wan nebaş e.
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê tawana hovane a darvekirina sê xortên azadîxwaz ên Kurd, şehîd Ramîn, şehîd Zanyar û şehîd Luqman û herwisa êrîşa bi mûşekan a Spaha Pasdaran û komkujiya wê li cihê Pilînoma Komîteya Navendî a HDK'ê şermezar dike. Em hevxemiya xwe ji bo malbat û hevçeperên şehîdan nîşan didin û hêvî dikin ku birîndarên vê êrîşa hovane jî di demeke nêzîk de çê bin.
Teror, êrîş û encamdana tawanan ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve li hemberî gelê Kurd û xortên azadîxwaz ên neteweya me, wê hertim berfirehtir bibin eger xelkê Rojhilatê Kurdistanê û hêzên siyasî, bi helwesteke hêja û bersiveke xurt li hemberî vê rejîmê dernekevin. Weke Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê haya me ji vê rastiyê heye û ji xelkê xebatkar û xwedî helwest ê Kurdistanê dixwazin roja duşemiya bê, 19’ê Xermananê (10’ê Îlonê) bi gireva giştî, nerazîtiya xwe li hemberî tawanên Komara Îslamî a Îranê nîşan bidin. Sibê di malên xwe de bimînin û careke din bi çolkirina kolanan û bi gireva dukan û bazaran, acizbûna xwe nîşan bidin û “na”yeke din bidin vê rejîma xwînrij û dijî Kurd. Herwisa em ji tevahiya çalakvanên azadîxwaz ên Kurd li navxweya Kurdistanê û dervey welat dixwazin bi hemû hêza xwe piştevaniyê li banga me bikin û hewla serketina wê bidin.
Şermezarî û neman ji bo rejîma tepisandin, teror û tawanê a Komara Îslamî a Îranê,
Serkeve vîna şoreşgêrên gelê Kurd,
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê
Pêk hatiye ji;
Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê,
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê,
Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê,
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê PDKÎ,
Hizba Demokrat a Kurdistanê HDK
18’ê Xermananê a 1397’an a Rojî
9’ê Îlonê a 2018’an a Zayîn