Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê beyanameyek bi boneya roja cîhanî ya Kedkaran belavkir

13:48 - 30 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê bi boneya1`ê Gulanê roja cîhanî ya Kedkaran beyanameyek belavkir.

Deqa beyanameyê wiha ye:

Pîroz be destpêka Gulanê roja cîhanî ya Kedkaran

Kedkar û zehmetkêş, xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê

Herçava ku hûn agehdarin bi pêşwaziya 11`ê Banemerê (1`ê Gulanê) Roja Cîhanî ya Kedkaran diçin, di vê rojê de bi rewana pak a hemû kesên ku li riya azadî û wekhevî û îdaletê canê xwe gorî kirine, silavan dişînin, destên mandî yên tak bi tak hemû zehmetkêşên fikr û emelê digişînin, û berxwedanî û can goriya çalakvan û zehmetkêşên girit bilind radgirin, û derheq xwe gorîkirin û berxwedaniya malbatên van rêz lê digirin û xwe li hemberî van de diçemînin.

Hekî wekî berê ku, bûyerên salên derbazbûyî bixwînin di asta cîhanê tevî berfirehbûna şer û daxawaza dadperwerî û şoreşên berfireh yên nifosa mezin a nerazîbûnên kedkaran li dijî sîstem û nizama neîdaletî ya sermaye ku em şahîdê şikest û bêçare mana Nê`olîbralîsm derheq çareserkirina kirîzên aborî, civakî û siyasî bûne. lê, mizxabin tevî hemû arîşeyên wiha, valahiya qadan kûrtir bûye û nizama serkutkar û talankirina serwet û çavkaniyên civaka mirovî û zalbûna xwe nîşan daye û heya îro dirûşmên kar, azadî, eyinka hemû daxwazkarî û dadperweriyên mezin yên civaka miroviye.

Li Kurdistan û Îranê de, Kedkar di demekê de bi pêwaziya vê rojê diçin ku, ku hilavesan(inflation) betalî û bilindbûna nirxan, nebûna ewlehiya kar û canê kedkaran gihîştiye asta herî serê, mafyayên gendel û talankirna bandên hêz, yasayên dijî kedkar yên hikûmetê wekî mijareke asay guhertine, û wekî Heştpêiyekê li ser jiyana zêdeyî xelkê Kurdistan û bitaybet tex û qatên kedkar û zehmetkêş giraniyê dike.

Komara Îslamî bi piştevanîkirin li dezgehên ewlehî û siyasîkirina daxwazkarî û pirsgirêkên kar, Kedkar, herwisa desteserkirin û çavdêrîkirina berpirs û çalakvanên kedkariyê, zemîneyeke baş bo bi vêdebirina her core rêkxistin û sindîkayên kedkarî, ku ji aliyê birêveberên  kar û nûnerên hêz dabîn dike.

Tevî nebûna ewlehî, barmteya aborî, civakî û kar, wekî bîmeya betaliyê û dabînkirina heqdestê civak û ewlehiya cihê kar û çendîn arîşeyên din ku kedkar digel van rûbirûne,  hejamreke zêde li kedkarên Kurdistnê heya li gorî vê yasaya binpêkirî ya kar,di Kormara Îslamî de wekî kedkar nayên naskirin û her bi vê sedemê jî pirraniya ev yasayên binpêkirî yên ku  van jixwe nagire, ev hêvî û êş û azarên van çend hember kiriye.

Eva di demekê deye ku, tevgera neteweyî Demokratîk a neteweya Kurd, şerê mafê xwazî ya neteweya gelê Kurd berdewam piştevanê tevgera Kedkariyê bûye, û berdewam ji mafê rewa yê kedkaran û zehmetkêşan berewaniyê dike.

Bêguman komara îslamî yek ji hikûmetên dijberê kedkaran li herêm û cîhanê de ye, ku ji riya rêkxistin û piştevanîkirin li girûp û desteyên mafyayên aborî tirsnak û bandordar li ser hereketên girîng yên jiyana xelkê desteng û zehmetkêş rastî xrabiyê aniye.

Amara tirsnok ya 7 milyon zarokên kar û herwisa yên ku li ser şeqaman in ev rastiya îsbat kirine, ku di Kurdistanê de xelk bi sedema cudahî danîn û rewşa aborî  bo qeraxê hatine avêtin û  digel şîpela mezin a betaliyê rûbirû bûne, bo mînak di salên derbazbûyî de parêzgehên wekî Kirmaşan û Sine lipey yek di pileyên yekem û sêyem yên zêdetirîn asta betaliyê  de cihgirtine, û her sal deha kes di Kurdistanê de bi sedema betaliyê rû li karê kolberiyê dikin û di vê riyê de jî rastî gullereşandinên rasterast yên hêzên terorîst yên Komara Îslamî dibin.

Tevî van hemû arîşeyan dibe bêjin ku îro yekem roja Gulanê, yek ji bûyerên tex û qadan bo dengweşa cîhanî bo îlankirina piştevanîkirinê hatiye guhertin û piştevanî lidijî bê îdaletî û aştiya bi cih gihandina azadî û îdaleta civakê bûye.

Pîroz be destpêka Gulanê salroja Kedkaran

Bijî azadî û îdalet

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê