Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî ya PDKÎ peyameke pîrozbahiyê bi boneya birêveçûna hilbijartina parlementoya Kurdistanê belav kir

12:17 - 4 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna serkevtiyane ya hilbijartinên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir, û hêviya berbipêşveçûna serkevtiyane ya deshilata siyasî ya Herêma Kurdistanê xwast.

Deqa peyamê weha ye:

Peyam derheq birêveçûna hilbijartina parlementoya Herêma Başûra Kurdistanê

Piroseya hilbijartinan ji bilî hinek kêmasiyan û şikayeta hizban li ser hev li ser bingeha yasaya hilbijartinê û rêûşûnên komîsyona hilbijartinê gihîşte encamê, lewra bi giştî hilbijartineke demokratîk tê hesibandin ku eva di cihê xwe de, pêgihîştina siyasî ya xelkê û hizbên siyasî yên Herêma Başûr a Kurdistanê diselimîne.

 Roja Yekşemiyê 30`ê Îlonê (08.07.1397)`an hilbijartina parlementoya Herêma Başûra Kurdistanê bi çavdêriya komeke çavdêrên navdewletî bi rê ve çû.

Di vê derheqê de ji aliyê rêbertiya PDKÎ ve em pîrozbahiyê dibêjne vê serkevtina xelkê Kurdistanê, û hizbên beşdar di hilbijartinê de, û em hêvî dikin ku di parlementoya bê de, roleke bibawer di pêxema vegeşandina demokrasiyê û ber bi pêşveçûna deshilata siyasî ya Herêma Kurdistanê bilîze.

PDKÎ

Navenda Siyasî

12.07.1397

04.10.2018