Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên besîcî ên rejîma Îranê givaşan dixîne ser dersxwanên Bokanê

15:54 - 8 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Saziya ser bi besîcên Sipaha Pasdaran li bajarê Bokanê bi bê îzna serpereştên zarokên Kurd ji perwendeyên dersxwanan bo vekirina dosiyeya endamiyetiya besîcî mifahê jê werdigrin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, rêxistina besîc ya ser bi Sipaha Pasdaran li bajarê Bokanê û gundên derdora wî bajarî, perwendiyên wan xwendevanane werdigrin û bi bê hayîdarkirina dersxwanan û serperestên wan forma besîciyê wan re tejî dikin û dikene bi endam.

Ew kiryara veşartî ya rejîma Îslamiya Îranê bûye sedema arîşeyên navbera berpirsên xwendingehan û berpirsên besîc a Navenda Perwerde û Hînkirinê li bajarê Bokanê.

Berpirsên besîc li Navenda Perwerde û Hînkirinê ya Bokanê ragehandine ku eger xwendevanên gundan û Bokanê nebine besîcê yê cêgirê Navenda Perwerde û Hînkirinê û berpirsên giştî li ser karê wan bên derkirin.

Piraniya berpirsên giştî yên xwendingehên Bokanê bersiva daxwaza besîcên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê nedane û dijayetî ligel vê biryarê ya Navenda Perwerde û Hînkirinê ya Bokanê dikin, lewma bi wî sedemî berpirsên xwendingehên Bokanê bi wî arîşeyî ketine jêr zext û givaşan de.

Ji vî rêyê de navendên besîc yên rejîma Îranê fîşar xistine ser mamostayên debistanên Pîranşehrê û ji riya kirêgirtiyên xwe ên besîc bi xwendekaran re gotine ku di hembera endam bûna wan de soza îmtiyaz dayînê bo pêşerojê bi we didin.

Îmtiyaza ku bas li ser tê kirin “Derbaskirina xizmeta leşkerî ya naçarî li devera ji dayîkbûyî, kêmkirina 6 meh ji dema xizmeta leşkerî ya naçarî, îmtiyaza kar di pêşerojê û dabînkirina îmtiyaza xwendinê di zanîgehan de” bi wan didin.

Bi endamkirina wan xwedevanane li saziya besîc de bi bê îzna serperest dijî mafê mirov û yasayî navdewletî ye ku çendîn sale rejîma Îranê vê yekê binpê dike.

Rejîma Îslamiya Îranê di dirêjahiya destilatdariya xwe de hertim hewl daye ku xelkê Kurdistanê bixe jêr rikêfa xwe û bi hecetên soz dayîn û erêyîniyên nerast wan bikine besîc, lê herdem ligel dijayetiya xelkê rûderû bûne.

Rejîma Îranê bo besîckirina Kurdan ji malbatên xwefiroş û caş mifah werdigrin.

Di wê pêwendiyê de çend roj berî niha mala Gargarîn (Gargarî) yek ji serok eşîretê devera Urmiyê, heyameke bûye mekanê caş û pasdarên rejîmê û dest û pêwendiyên rejîma Îslamî ya Îranê di wê malê de kom dibin.

Hêzên bazgehên sînorî yê deverên tixûbên Urmiyê kom dibine mala Garagarî û civînên xapandina ciwanên deverê û rakêşana xelkê deverê bo aliyê xwe lidar dixînin.

Li gor çavkaniyeke hayîdar, Pasdar Elîpûr weke fermandê hêzên bazgehên sînorî li devera Urmiyê, heyameke dirêj e di mala Gargarîn de mijûlî birêvebirina civînên bi armanca lêbandin û rakêşana hemwelatiyên Kurd yên deverê bo aliyê rejîmê ne û hewl didin ku ciwanên wê deverê bikin bi dest û pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê û mifah ji wan wergirin.

Di civîna here dawîn de, Gargarîn û çend serokên eşîretên devera Urmiyê, di mala Gargarî de kom bûne û soz dane ku xelkên deverê bo aliyên xwe û rejîmê rabikêşin.