Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nawek balafirhelgir a Amerîkayê ber bi Kendavê birê dikeve

21:03 - 23 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Nawek bakafirhelgir a Amerîkayê 4 mehan berî dema diyarîkirî ber bi awên Kendavê birêketiye. Eva di halekê de ye ku Lêon Panêta gotiye: Amerîka xwe li hember gefên Îranê di pirsên Sûriyê re amade dike.


Li gor rapora Radiofarda, Lêon Panêta Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê roja Çarşemî, berwar 22’ê Tebaxê li miqera nawa “USS John Astns”e, got: Şandina wê nawa balafirhelgir bi armanca hemberûn li gel gefên zêde ye ku niha li Rojhilata Navîn li dijî Amerîka hene.
Li gor rapora nûçegihaniya Firansa, nawa “USS John Astns” çar mehan berî dema diyarîkirî bo deverê birêketiye ku hevaltiya nawek din a Amerîkayê a niha li Kendawê ye bike.
Panêta roja Çarşeî got: Eşkere ye ku Îran yek ji gefan e ku hewce ye em tekezê liser bikin.
Navbirî got: Em amade ne ku li hember gişt gefên rejîma Îranê de bisekirin.