Kurdistan media: Qutabxaneyên gûndên ser bi bajarê Eywanê ji îmkanatên perwerdehiyê weke awahî û û hewcehiyên din ên perwerdehiyê bêpar in û di rewşek pir dijwar de dixwînin.
Li gor rapora malpera Kudistan Media,qutabxaneyên gundên derdora bajarê Eywana ser bi parêzgeha Îlamê bi sedema nebûna hewcehiyên perwerde û awahiyan di xîwetan de dersê dixwînin.
Xwandekarên wan gundan di rewşeke pir xirab de ne,li belê heta niha berpirsiyarên perwerde û hînkirinê tu awirekê ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan venadin.
Cihê wan qutabxaneyan li warê hilkewta coxrafiyayî ve gelek dûr û pir metirsîdar de ne û ew qutabxane serbarê pirsgirêkên fîzîkî, ji îmkanatên hewce jî bêpar in. Ewa jî di halekê de ye ku çendîn caran daxwaz ji Îdareya perwerde û hînkirinê bo dabînkirina wan kêmasiyan hatiye kirin.
Xelkê parêzgehên Urimiye, Kurdistan, Kirmaşan û Îlam ji hewcehiyên perwerdeyê bêpar in.
Nebûna fezaya perwerde û hînkirinê I gundên Kurdistana Rojhilat de, yek ji pirsên din e ku her sal hejmarek zêde ji qutabiyan bi vê sedemê ve dev ji xwendinê ber didin û malbatên qutabiyan jî bi sedema hejarî û xizaniyê û nebûna cih û şiyanan, îmkana şandina zarokên xwe bo deverên derdorê ninin.