Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêçîrwanek Kurd bo aştbûna tevî xwazayê, silaha xwe şikand

14:25 - 15 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Nêçîrwanek Kurd yê xelkê Merîwanê, piştî çalakê û hişyarkirina şêvra Kesk a Çiyayê Merîwanê li zirarên nêçîrê, silaha xwe şikand.

Li gor nûçeya gehiştî bi Kurdistanmedia: nêçîrwanek Kurd yê xelkê gundê Derekê a ser bi herêma Hewraman a bi navê Ehmed Ezîzî, berwara 15,02,2014an a Zayînî, piştî vê yekê ku hate ser wê bawerê ku nêçîr kirin kiryarek biyom û kirêt e, biryar da ku êdî li vêr pêde dest ji wî karî berde û di rê û resmekê de bi berhevbûna xelkê gund û endam û çalakvanên Şêvra Kesk a Çiyayê Merîwanê, silaha xwe şikand.

Wî hemwilatî di vê rê û resmê de, serbarê îşare kirin bi zirarên nêçîra teyr û tevalan, got: nêçîr kirin, qir kirina xwazayê ye, kuştina teyr û tevalan di rastî de, kuştina xwazaya mirovatiyê ye û her kesekê nêçîrê bike, parek ji mirov bûna xwe kuştî ye. Û daxwaz kir ku nêçîrwanên Kurdistanê bi hurbînî we mêrzeyî karê nêçîr kirinê bikin û vê diyardeya kirêt bi pîwanên wîjdan û kerameta mirovahiyê binirxînin.

Di wê rê û resmê de, Şêvra Kesk a Çiyayê Merîwanê, serbarê bilind nirxandina helwêsta wî hemwilatî, logoyek rêz girtinê pêşkêşî navbrî kirin.