Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nehvêd şevên dirêj

22:14 - 22 Kanûna pêşîn 2020

Kerîm Perwîzî

Rejekê an şev û nîveşevekê, jinek li ciheke cîhanê, yan li qewareyeke piçûktir ji Kurdistanê, sancûyan digre û çend kes ji xizm û kesên wê li dora wê kom dibin, her kes li wir nîgeranê dayîkê ye ku bi silametî ji wê janê rizgar bibe û zaroka wê jî bi selametî û bê pirsgirêk ji dayîk bibe. Mezintirîn xem û nigeranî di wê demê de, bi silametî derbasbûna dayîk û zaroka wê ji wê qonaxa dijwar e ku yekem qîjîna zarokê gihîşte guhê xizman, her kesê bêhneke asûde kêşandin û bi giryana zarokê ken hate ser lêvên wan.

Di wê demê de ku sala 1309an a Rojî bû, dirêjtirîn şeva salê li bajarê Urmiyê, malbata xwedîpêgeha civakî li gundê Qasimlo, li mala “Mihemed axa” kom bibûn û çavnihêrê jidayîkbûna zarokekê bûn, bi tenê hizra vê yekê dikirin ku dayîk û zarok bi silametî ji wê qonaxê derbas bibin û kesê hizra vê yekê nedikir ku paşeroja wî zarêkê dê çawa be.

Piştî wê şevê ku dirêjtirîn şeva salê bû, heta niha 90 şevên wekî wê anku 90 “Yelda” û dirêjtirîn şevên salê derbas bûne û mixabin ew xortê jidayîkbûyê şeva “Yelda”yê li yek ji şevên dirêjtirîn rojên havînê bi destê terorîstên ku ji aliyê “wilayeta Feqîh” yên rûniştiyê Tehranê ve hatinî şandin şehîd kirin, lê ya ku jiyaye û dijî, hizir, dîtingeh û baweriyên wî xortê nîştiman û mekteba hizra wî ye ku ne tenê di gundekî de sînordar nemaye, belkî Kurdistan û Îran li xwe girt û dengvedana navnetewî hebû.

Dr. Qasimlo li dirêjtirîn şeva salê de ji dayîk bibû û bi têkoşîn û hizr û bawera xwe, dixwest şeva dirêj a li ser Kurdistanê bi dûr bixe û tarîtiya sepandî li ser welat birevîne û bi tîrêjên rojê, netew û nîştiman ronahî û gerim bike û keskatî û avedanî û jiyanê berhem bîne.

Dr. Qasimloyê egîd bi sedan ziman dizanîn, ne bi tenê zimanên wekî Îngilîzî û Feransî û …hwd, belkî zimanê girûp, û tex û qatên cuda yên civakê dizanî, û hem jî şarezayê zimanê mamostayên zanîngeha “Parîs” û dîplomatên Almanî bû, û hem jî zimanê werzêr, kedkar, kasibkarên Kurd, serbazê Tirk, efserê Fars û wezîrê Ereb û bi dehan girûp û qatên din yên civakê şareza bû, û bi zanîna wan hemû zimanan, ne ti tiştek cuda nedigot, belkî di hemûyan de li pey yek binyat û yek rêya bextewerî û azadî û dadperweriya Kurdistan û serweriya netewa Kurd digeriya.

Ya ku xortê jidayîkbûyê şeva Yeldayê ava kir, niha mektebeke bilind û berfireh bi berfirehiya Kurdistanê ye, û çavkaniya hêz û hizrê bo xortên wî welatî ye ku dixwazin azad, serbest û wekhev li ser axa xwe bi serweriyê ve bijîn.

Yeldaya we pîroz be