Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hewla danûstandin digel Amerîkayê dide

16:13 - 9 Çirriya pêşîn 2025

Pêka rapora rojnameya “Elcerîde” ya Kuwêytê, Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîma Îranê, çendîn pêywendî digel Stîv Witkaf ê nûnerê Taybet ê Amerîka li Rojhilata Navîn de hebûne ku li wan pêywendiyan de rêjîma Îranê cehd kiriye ku danûstandinên navkî careke din dest pê bikin.

Ev yeka li halekê de ye ku pêka gotina Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, Yekîtiya Ewropayê, Troîkaya Ewropayê, Amerîka û Saziya Netewên Yekgirtî û Şêwreta Ewlehî, li ser vê bawerê ne ku armanca rêjêma Îranê li danûstandinan, tenê bo bidestveanîna dem û derfeta zêdetir û xwederbaskirin ji dorpêçan e û rêjîma Îranê bi ti awayek amade nîne dest ji bernameya xwe ya navkî, berde.

Pêka nivîsa vê rojnameyê, ev paşvekêşiyên rêjîmê, encama pêywendiyên nihênî digel Sîtv Wîtkaf û hewlên rêjîmê bo destpêkirina danûstandinan e.

Li rastiyê de rêjîma Îranê pêka bingeh û îdeolojiya şerxwazane û fitnesaza xwe, hertim li pey bidestveanîna çeka navkî û bikaranîna vê wek alavek bo pêşvebirina hizrên xwe yên nexweş û wehmî de ye.