
Qatên cudacudaye xelkê vêzar bûyî yên Îranê di piraniya bajarên îranê de, li hember gendeliya rejîmê û rewşa xirabe abûrî û jiyana xwe, berdewam bi mangirtin û neçuna ser kar û pêkanîna kombûnan, nerizayetiyê didne kivşê.
Mangirtin û nerizayetiya kirêkarên Neyşekera heft tepe, îro gehîşte 70 rojan û zêdebarî hemî gef û givaşên rejîmê, lê ew kirêkar micid û berdewamin li ser nerizayetiya xwe.
Roja 22 yê Tebaxê Perestar û kadrên dermanî li ber deriyê bîna ya parêzgeha Îsfehanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û li hember nedana hiquqê xwe, man girtin.
Ewajî di demekê deye ew Perestar û kadrên dermanî şew û roj dixebitin bo silametiya xelkê, rejîm hiquqê wan nadê, lê bi milyardan dolar dişîne bo terorîstan û Bişar Esed û hizbulaha lubnanê.
Her di roja derbas bûyî de, sedan mamostayên qutabxanan yên bi girêbest li nahiya 1, 2, 3, û 4 li ber deriyê meclisa rejîmê kombûnekî nerizayetiyê lidar xistin.
Roja şemiyê sedan kes ji kesên ku diravê wan li şirketa Azwîko yê de bat bûye, ber deriyê wê şirketê kom bûn û daxwaza diravê xwe kirin.
Roja şemiyê xwedî pez û terşê parêzgeha Xurasanê li ber deriyê Cîhada Kişawerziyê kom bun û daxwaza pêregehîştina îdara bîmê bi rewşa terşê xwe dikirin, îdara bîmê heya niha berdawam li hember bîme kirina pezê wan, dirav ji wan vergirtiye, lê heya niha bersiva çi yek ji daxwaz û pirskirêkekî wan xudan pezan nedaye.
Roja 22 yê tebaxê kirêkarên Trawers a nahiya Wereamînê, li hember nedana hiquqê xwe, kombûna nerizayetiyê dan xuyakirin.
Ewa di demekê deye ku hezaran kirêkarên çendîn palavtingehên mezin, ewa serê çendîn rojane man girtine û naçne ser kar, lewma mangirtin wê ji seranserî bûnê nêzîk dibe.