Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neştergeriya Yasaya Bingehîn û kurd

23:53 - 24 Gulan 2012

Selîm Zencîrî

Piştî derbasbûna sê dehsalan bi ser kûdetaya leşkirî (1982) û sepandina yasayek nîzamî û nedemokratîk bi ser civaka Turkiyê de, mijara guherandina vê yasayê niha ji aliyê Partiya desthilatdar a AKP’ê ve ketiye rojevê.
Ji ber ku ew yasa, ne bersivderê xwast û daxwaziyên serdem e, ne jî rengveda hemû tex û qat û pêkhateyên civaka Turkiyê ye û bûye çavkaniya gelek bêbextî û neewlehiyên siyasî, aborî û civakî li wî welatî de.
Di vê çarçoveyê de piştî hilbijartina 12’ê Hezîrana sala borî, pêngavek piratîk jêre hat avêtin ku ew jî avakirina komîsyonek taybetî li meclîsê de ye bona pêdeçûn û darêtina ser ji nû ve ya yasayê; helbet bi beşdariya her çar partiyên sereke li Parlemenê û bi serperestiya raserast a serokê Meclîsê (Cemîl Çîçek).
Komîsyona navhatî li midehê heft mehan de serbarê berhevdan û nirxandina destûra 60 welatan, herweha komkirina ra û nêrîna karnasên yasayî, partiyên siyasî û hevwelatiyên Turkiyê li stû bûye. Komîsyona han ragihandiye ku piroje û pêşniyaza 14 partiyên siyasî, 21 zanîngeh, 39 yekêtî û rêxistinên pispor, 79 nawendên medenî li pêxem yasaya nû de standiye.


Helbet karê vê komîsyonê li 1’ê Gulana 2012’an de derbasî qonaxek nû bû ku divêt li midehek diyarîkirî de reşnivîsa yasaya nû pêşkêşî parlimatoyê bike û piştî nirxandin û pesend kirina wê ji aliyê meclîsê ve, dê bikewe ber rapirsîn û referandomê û li egera serketina wê de dê bibe cihgirê yasaya niha.
Niha pirsa eslî ev e ku raya giştî a Turkiyê, partên opozîsyonê û parta desthilatdar çiqas micid û xwaziyarê guherandina vê gotar û dîskorsa nîzamî ne bo lojîk û yasayek sivîl û aştîxwazane; Yan eva ku her yek ji wan aliyan çiqas amade ne ku hezîne û nirxê jêre bidin û dev ji pawanxwazî û hesta şovenî a xwe ber bidin ku ew jî carê nerohn e.
Lê eva ku li hember de hêvî, xwast û tekoşînek li rojevê de ye bona anîne rojeva yasayek nû û serdemiyane ku rengvedana nasnameyên cur bi cur û yek ji wan jî kurdan be, tu gumanek li holê de nine; lê çiqas digunce û li vê hêlê de wê bi ser bikewe, bi baldan bi biyavê dîrokî, karaktera dewletê, piskolojî û derûnnasiya faşîstan û dijberiya partiyên nasyonalîst û şovenîst, nabe carê em gelek hêvîdar û geşbîn bin û wêna û dîmenê çareseriya hemû pirsgirêkan û Turkiyayek demokratîk raxin berçavan. Çunku hin fayl û pirsên hestiyar li Turkiyê de hene ku heya niha jî bive û tabo ne, yek ji wan jî doza kurd e û li midehê sedsala borî de her hewlek ji bo înkar, helandin û asimîle kirina wê hatiye bikar anîn. Dewleta Turkiyê jî ku li ser bingeha yek netewe, yek ziman, yek xak û yek ol hatiye îdare kirin, ne tenê serketî nebûye û Turkiye pêş nexistiye, belkî derbên giran û karîger jî ji peykerê wî welatî li warê hiqûqî, siyasî, aborî û civakî daye, lewre hêz û katalîzorek bihêz dixwaze heya ku vê eqliyet û zîhniyeta pawanxwaz û mîlîtarîstî biguherîne ku ew yek jî bi tena serê kurdan nahê kirin.
Eva ku vir de girîng e, serbarê îrade, vîn û pêdagiriya partiya desthilatdar ji bo bihêz û berfireh kirina demokrasiyê li Turkiyê de, yekîtî, yekrêzî, kar û xebata hevbeş û aştiyane û berdewam a karekterê kurd û hêzên siyasî yên wê ye ku ‘’sengê mehek’’ e ku çiqas dikarin şûndaner û karîger bin li ser cihdana maf û daxwaziyên xwe li destûra nû de. Her çend ku piroje û pêşniyazên hevbeş pêşkêşî komîsyê kirine ku bi fermî nasîna zimanê kurdî û nasnameya kurd, kakil û hêvênê eslî ê wê pêk tîne û BDP’ê jî eva weke hêla sor a partiya xwe li Parlimentoyê de destnîşan kiriye ku jêderbasbûn yan piştguh xistina wê, tê wê wateyê ku destûra nû tesîr û karkirdek wusa bo kurdan nabe.
Niha ku Yasaya Turkiyê li hemberî neştergerî û operasiyonek mezin de ye û bona wê ku Turkiya ji wan nesaxiyên kuşinde rizgar bibe, hewce ye çavkaniya ferq û cudahiyan, rohê mîlît arîstî û hesta şovenîstiyê li yasaya nû de bihê kuştin û norm û pîvanên yeksanî û hevbeşî li maf û berpirsatiyê têde reng vedin; heya ku her kes li jêr sîbera wê de hest bi bextewerî û dadpeweriyê bike û li heman de jî xwe bi berpirsiyar bizane. Berevaj, çaresera demkî û rûkeşiyane wê kirîzan kûrtir û aloztir bike.
Niha carek din derfetek dîrokî derketiye pêşberî partiya desthilatdar a AKP’ê bona wê ku siyasetên xwe ên aştiyane bibe pêş, bi taybetî ku niha bas ji sîstema serokatiyê ji bo Turkiyê dike û li vê çarçoveyê de jî hewce dike ku carek din piştevanî û baweriya kurdan bidest bixe, lewre divêt vê carê soz û durûşmên xwe li yasayê de bixe warê piratîkî û li vê ceribandina destûrî de biselimîne ku Kurd û Turk hawta ne û Turkiya jî, ya hemû hevwelatiyên Turkiyê ye bi bê cudahiyên ayînî, mesebî, netewî, zimanî û ...hwd.
Herçiqas ku axaftinên vê dawiyê ên serokwezîr li dor zimanê kurdî ku da zanîn tenê dikare bibe dersa hilbijartî, yan eva ku berpirsek partiya wî jî zimanê 20 mîlyon kurdan bi zimanê neşaristanî û xeyre perwerdehiyê da zanîn, hinekê gumanan dixe ser hêviyên li dor lêbrawî, îrade û xwasteka ji dil û micid a hikûmetê bo çareser kirina yekcarî a pirsa kurd û pirsên din ên Turkiyê pêka destûrê. Lê egera wê çendê jî zor e ku piroseya han li her awayî de bi qazanca berfireh bûna sînorê demokrasiyê û mafê şaromendan û takekesan be ku dîsan jî hewce dike bona gavên wusa jî, kurd hevkar û alîkarekî hişyar û serwext bin.