Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz remz û serhildana netewî ye

12:22 - 18 Adar 2022

Nûredîn Sofîzade

Berî her tiştî, ez bi dil û can hilkefta cejna Newrozê û hatina sersala Kurdî û nûbûna surûştê, pîrozbahiyê dibêjme malbatên serbilind ên şehîdên Kurd û Kurdistanê, û xebatkar û evîndarên azadî û serbestiya Kurdistanê, û bi giştî hemî xelkê welatperwer ên Kurd, û hêvî dikim ku Newroz û sala nû bibe destpêka hasilbûna daxwaziyên wan yên şexsî û neteweyî.

Newroz wekî cejneke kevnar a netewa Kurd, bûye remz û coşeke mezin daye bi çêkirina yekitî û yekrêziyê, her ev yeka ye ku berdewam hikûmetên dîktator û bitaybetî hikûmetên dagîrker ên Kurdistanê ji Newrozê ditirsin.

Di vê nivîsînê de ez naxwazim behsa felsefe û dîroka Newrozê bikim, bêguma li vê derheqê de gelek hatiye gotin û nivisîn û renge gelek rayên cuda û heta dijberî hevdu jî hebin, belkî ez dixwazim basê bandora vê minasibeta Netewî bikim li ser yekitî, xebat, berxwedan û serhildanê di nav gelê Kurd de.

Dema ku em dibêjin Newroz cejna yekgirtin û yekîtiyê ye, û dijminên Kurd û Kurdistanê berdewam dijayetiya vê cejnê kirine, ji ber hindê ye ku bi wê hilkeftê hemî salê bi nêzîbûna Newrozê, gelê me dora hev kom dibin û her çiqas nerehetî û kêşe hebin ji bîr dikin û dest dadinêne nav destê hev û yekitî û yekgirtinê di nava xwe de çê dikin, ewa jî tişteke ku hertim dijmin û degîrkerên Kurdistanê jê ditirsin, lewra bi hemî awayekî cehdê dikin berahîka vê yekitî û yekgirtin û dora hevdûkombûna Kurdan bigirin.

Dema ku em dibêjin Newroz cejna şadî û xweşiyê ye, bêguman bi vê hilkeftê dema ku gelê me bona pîroz irina Newrozê dora hevdû kom dibin, bo demekî kin bejî hemî êş û kederan bîra xwe dibin û govend û şahî û dîlanê lidar dixin, dijminên Kurdan jî ku cehd kirine Kurdan tine bikin û bi zilm û tepeserî û kuştar û barandina agir û asin û barûtê li ser Kurdistanê de, di cehda hindê de bûne ku nehêlin Kurd xêr û xweşî û şadiyê bibîne, belkî cehda wan ev bûye ku para Kurdan şîn, girî, xem, birîn û êş be, lewra bo evê ku hekî bo demekî kurt be jî, dixwazin pêşiya wê xweşî û şadiya Kurdan bigrin û Newrozê qedexe dikin.

Dema ku em dibêjin Newroz cejna xwedîderkevtin ji remiz û sembolên neteweyî ne, di demekê de ku dagîrkerên Kurdistanê înkara nasnameya Kurdan dikin û bi hemî awayekî dixwazin gelê me asimîle bikin û di cehda helandin û jinavbirina çand û wêje, kelepûr û dîrok Kurdan didin, em dibînin ku gelê Kurd bi minasibeta cejna Newrozê gel bi stran, helbest, û gotarên çêkirina hesta netewî, nasnameya xwe bi dost û dijminan re didine xûyakirin û herwisa bi lixwekirina kincên Kurdî, hêmayên wekî şal û şapik û axabanî û hewrî, çend qat zêdetir vê cejnê dixemilînin, lewra dijmin û dagîrkarên Kurdistanê dema wê bûka rengîn a girseya gelê me dibînin, ji hemî kiryarên xwe bona jinavbirina nasnama Kurdan bê hêvî dibin, lewra bi hemî awayekî cehdê dikin ku cejna neteweyî a Newrozê qedexe bikin.

Bi berçavgirtina wan mînakên serwe ku dijmin çima di cehda qedexekirina Newrozê de ye û jê ditirse, hindî zêdetir cehdê dikin da ku bikarin berahîka birêveçûna cejna Newrozê bigrin, hindî givaşan zêdetir dêxîne li ser gel de, hindî zêdetir êrîşî li ser kombûn û girseya xelkê li Newrozê dikin, hindî zêdetir dixwazin hêma û sembolên neteweyî qedexe bikin, bêguman ku netenê cehda wan bê encam maye û nekarîne bigihîjne armancên xwe, hinde din zêdetir gelê me bi coşekî bihêztir, bi îradeyekî qahîmtir, bi hestekî nasyonalîstanetir, ji newroz û cejna neteweyî a xwe xwedî derdikeve.

Gelê me bi berxwedana xwe, bi xebat û rabûna xwe, bi xwedî derkevtin ji nasnama neteweya xwe, bi serneçemandina li hember dijminan de, kariye xwe biparêze û zindîbûna xwe biselimîne û nehêle asimîle bibe.

Hekî Newroz bo xelk û gelên dinê wateya cejneke demkî û xweşiyê ye, bo gelê Kurd Newroz şoreş û rabûne û xwedîderkevtin ji man û mewcûdiyet û nasnameya xwe ye.

Di demekê de ku heya niha dehan gel û neteweyên cuda cuda li cîhanê de, li hember asmîle û givaşên zordestan de nekarîne xwe biparêzin û ji nav çûne, eva bi hezaran sal e neteweya Kurd kariye li hember êrîş û hêz û siyasetên herî dijwar û qirêj ên dijminên xwe de, xwe jinavçûnê biparêze û bibe neteweyeke herî xebatkar û şoreşgêr û zindî; renge Newroz yek ji sedemên pêşîgirtina ji helandina Kurdan be.

Îcar lewma hewce ye hemî gelê me bi çavên yek ji pîvanên nasnameya neteweyî bera xwe bidine Newrozê û hertim bi rihekî netewî jê xwedî derkevin û Newrozê wekî çeka herî bihêz li hember dijminan de biparêzin.

Pîroz be Newroza 2722 ya Kurda

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine