Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz, Vejiyan û Rasan

00:21 - 21 Adar 2017

Kerîm Perwîzî

Xweza ji diyardeyên dijber û nakok bi hev re tê naskirîn, dema ku tarîtî û ronahî, û şînbûn û hişikbûn, têhna tavê û sirr û seqem, û reşeba û çiya, û tevger û sekinîn, di hemberî hev de disekinin, û pêkve pêkhateyeke pirr ji afirandin û nûbûn, bi hezaran rûçikan ve derdikevin û jiyanê dixemilînin.

Sirr û sermaya hestîtevizîn û rêbendan û qerisîna axê, û windabûna riya gihîştina bi avedaniyê ji wan diyardeyan in, ku zivistan bi wan tê naskirin, û xwezaya Kurdistanê, tevlî dîroka xak û xelkê, digel van cure bûyer û rûçikan jiya ye, û bi hemû hêz û şiyana xwe di hemberî rojgarên dijwar de sekiniye, û bi berxwedanê jiyan berdewam kiriye, û di newrozê de, bi vejînê û çilûdan û rabûnê, jiyana xwe tevlî şoreşê kiriye, şoreşek li pêxema berhemanîna jiyana nû û afirandin di dîrokê de.

Renge li cem gellek netewe û gelên din jî, tişteke ecêb bê berçav, ku çima sersal û nûbûna salê, li cem

Kurdistanê û xelkê Kurd, bedela wê ku cejneke asayî be, hertim bûye cejna şoreş û serhildan û Rasanê?

Netewe û gelên cîhanê di sersalê de cejnê digrin û şahiyê dikin, serdana dost û malbatên wan dikin, û rêûresmên kevneşop ên vegeriyana bo himbêza malbatê û şahî û pêkvebûnê hene. Li cem netewe û gelên cîhanê sersal pêk tê ji cejn û bêhnvedan û rewta asayî ya kar û tekoşînê

disekine, û bêhnvedan û seyran cihê wê digre, lê Kurdistan li Newrozê de dikele!

Li cem neteweya Kurd newroz şoreşa vejiyana li dijî evirhêlên mirinê ye. Neteweya Kurd tiştên diyar û nadiyar nekirine remza sersalê.

Belkû hestyartirîn û ciwantirîn demsal û dewran, wate vejîna xwezayê, û xala berçav ya guherîna erdê li dewra roja rastiyê, kiriye xala nûbûnê, û di nava vejîna jiyaneke geştir de, sala nû dike cejn, û agir berdide canê deshilata sirr û seqemê, û eva ye remza newroz û vejiyan û rabûnê li cem neteweya Kurd û heya xweza vedijî, û heya newroz sedikeve, û Kurdistan jî li ser piyan e, û dîrokê dajo.

Rasan cejna newrozê û vejiyana hêviya serkevtin bi ser tarîtiyê de, li hemû evîndarên azadiyê û hemû malbatên şehîdan û bi taybetî li şehîdên Rasan a Rojhilat pîroz be.

Şehîdên hemaseyên dîrokî ên Qereseqel û Kosalan, çavê wan li newroz û Rasan a me ye, em newrozê li wan pîroz dikin, û emê axabaniya wan bavêjin stûyê xwe.