Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza Rojhelat

10:40 - 20 Adar 2019

Azad Kurdî

Newroz yek ji sembolên neteweyî ye ku bûye beşek ji dîrok û çanda kurdî. Kurdan ji demên berê ve heta niha nerîneke taybet li ser Newrozê hebûne. Ji xeynî nûbûna sala Rojî û biharê, coş û germahiyeke taybet dide jiyana gel û vedijîne. Ji xwe mirov bi hêsanî dikare vê liv û tevgerê di hemû qadên civakê de bibîne. Gellek hewildan hebûn ku bikarin Newrozê û Kurdan ji hev dûr bikin, lê çi yek ji wan ser negirtin.  Ligel ku di hinek qonaxan de kesên oldar hewil dane pîrozkirina Newrozê ji civaka Kurdî qedexe bikin, lê nekarîn. Kurdan ji berê ve bi agir û govendê pêşwazî ji Newrozê kirine û bûye semboleke jiyana wan a netewî.

Çendîn gel li Rojhelata Navîn Newrozê bi awayên taybet û cuda bi xwe pîroz dikin. Lê ji ber jiyan û çarenivîs û bindestbûna neteweya kurd û zilm û bêdadiyên ku ji aliyê dewletên dethilatdar û dagirker li gelê kurd hatiye û tê kirin, Newroz wateyeke taybettir jî li xwe girtiye. Newroz bûye sembola jiyan û berxwedanê. Herwiha yê bûye beşeke cuda nekirî ji xebata azadîxwaziya Kurdan bona bidestveanîna mafên xwe.

Lê di nav Kurdan de jî, van salên dawî pîrozkirina cejna Newrozê li Rojhelata Kurdistanê ketiye nav qonaxeke taybettir de. Li pirraniya gund û bajarên Rojhelata Kurdistanê şahî û agirê Newrozê bi awayê ku karîbin pîroz kirine. Rejîm ji vê yekê nigeran e û sala borî li gellek gund û herêman li Kurdistanê, şahiyên Newrozê qedexe kir û îsal jî herwiha. Rêjîm taba kombûn, yekdengî û yekîtiya gelê kurd nake.  Ji ber sîstema sed li sed zordar û dîktatûr ya Îranê li Rojhilata Kurdistanê, gel derfetên weke Newrozê bikar tîne bona nîshanda hêz û îradeya xwe ya azadîxwaziyê . Agir, govenda kurdî û Cemedanî jî ligel, niha bûne sembolên Newrozên Rojhilat. Taybetymendiyên Newrozên Rojhelat ên salên bi kurtî dawî ev in :

-Peyameke eşkere ye bo rejîma serdest û deşilatdar li Îranê ku gelê kurd teba û yekgirtî ye, ji ber ku rejîma Îslamî ya Îranê û yên berê jî qet yekgirtin û tebahiya gelê kurd nexwestine.

-Kombûn, govend û agir hilkirin ruhiye û morala gel bi hev re bihêz dike û hêvî û îradeya wan xurttir dike bona jiyan û xebatê, pirsên ku herdem cihê nigeraniya rejîma Îranê bûne.

-Bersiveke erênî ye ji aliyê gel ve bo tevgera azadîxwaziya Rojhelata Kurdistanê ku ev çend sal in hemû hêz bi hev re banga pîrozkirina Newrozê bi govend, agir û bi Cemedaniyên kurdewarî dikin. Ev yek xuyakirina îradeya bihêz a neteweyî ye ku gel bi govend, agir û cemedaniyên sembola kurdewarî nîşanî rêjîmê dide. Bi vê wateyê ku gel û partiyên beşdarî tevgera azadiyê yek ceste ne û armanca wan jî azadî û rizgarî ye.  

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine