Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newsûd/ 35 kedkarên Kurd ên pirojeya baraja Hîrwê hatin derkirin

16:43 - 6 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê çend rojên derbazbûyî de 35 kirêkarên Kurd li bendava Hîrwê ya ser bi bajarê Newsûdê li ser karê xwe hatin derkirin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, 35 kedkarên Kurd ji aliyê xwediyên kar û peymankarên barajê û tûnêla vegûhestina ava Hîrwê bi heceta kêmasiya bûdceyê û kêmasiya karên rojane, li ser kar hatine derxistin.

Yak ji kedkarên bendava Hîrwê serbarê pişt raskirina nûçeya derxistina kedkarên Kurd ji aliyê xwediyên kar ve, bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehandiye, biryar hatiye dayîn ku di rojên din hejmarek kedkararên ku ser pirojeya baraja Hîrwê kar dikin li ser kar bên derxistin.

Ji aliyekî din ve di mehaTebaxa evsal de, 150 kedkarên baraja Dariyan li bajarê Pawe, li ser kar hatine derxistin.

Li gor raportên hatinî bilavkirin, di dirêjeya nedana mûçeya kedkarên Kurd ji aliyê kompaniyên peymankarên ser bi rejîmê ve, şirketa peymankarî ya Sedra a ser bi Sipaha Pasdaran ya rejîma Îranê, heyamê 9 mehane ku destheqa 30 kedkarên kurd yên pirojeya çêkirina pira nivîşkan a gola Urmiyê nadaye.

Ji despêka çêkirina pira nêvîşkana gola Urmiyê ve heya niha, hejmara kedkarên vê pirojeyê, ji 400 kedkaran bi 30 kedkaran gihîştiye.
Derxistina kedkarên xwecî li pirojeyên avadanî û pêşesaziyên Kurdistanê, ji aliyê xwdî kar û kompanyayên peymankar ên ser bi Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê, belengazî û pirsgirk û arîşe di na malên wan kedkarane de hatiye gorê.