Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexwendewarî di Kurdistanê de/ Sine, Urmiye û Xurasana Bakurê nexwendewartirîn parizgehên Îranê ne

21:51 - 27 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Deverên Kurdakincî yên Îranê û parêzgehên Kurdistana Îranê li warê nexwendewarî ve di rîza yekem a parêzgehên Îranê de tên hesiband.

Nûçegihanên hundirî Îranê li devê berpirsê rêxistina Nêhzeta Sewadamûziya Îranê bilav kiriye, parêzgehên sînorî yên Îranê bi berhevdan ligel parêzgehên navendî yên Îranê di pileya yekem de ne bo nexwendewariyê.

Parêzgehên Sine û Urmiye û herwiha parêzgeha Kurdakincî yên Xurasana Bakûrê ji wan parêzgehane ye ku zaftirîn rêjeya nexwendewariyê te de heye.

Li gor wan raporane, nirxa nexwendewariyê di nav keçên wan parêzgehane û bi xasmanî rûniştiyên gundan ji %30 zêdetire.

Li gor davîn serjimêriya Îranê di sala 1390’an a Rojî de, li tewayê 67 milyon û 681 hezar kesan ji nifûsa Îranê ku temenê wan li serwyî 6 salî de ye, 9 milyon û 719 hezar kes nexwendewar e û rewşa perwerdeya 600 hezar kes jî li ber dest nine.

Di heyamê 35 sal ji destilatdariya rejîma Îslamî a Îranê de, Kurdistana Îranê û deverên Kurdakincî kêmtirîn pişka xizmetguzariya wan li warê perwerdeyî û pêgehîştinê ve bi wan gihîştiye.

Siyaseta sîstematîk a rejîma Îslamiya Îranê ji bo nexwendewar ragirtina xelkê Kurdistanê û belkî neteweyên di yên Îranê û pêşîgirtin li jihelçûna asta agahiya xelkê bo berdewamiya destilatdariya xwe binpê dikin.

Wergirtina pere ji dersxwanan, dabîn nekirina bûdce ji bo nojenkirina dersxwanan, xizmekirineke kêm ya av û avero û hewceyên din bi xwendingehan di Kurdistana Îranê de çendîn fakter bo selmandina wan rastiyane ye ku rejîma Îranê dike ku nahêle keç û kurên wan deverane xwendewar bin.