Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nigeraniya rejîma Îranê ji hiloşîna rejîma Esed

15:37 - 8 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di dema micitbûna civaka cîhanî li ser pirsa Sûriyê nigeran e, lewma bas ji aloziyên pêtir di deverê de di egera destêwerdanên Rojavayê zêde dike.
Li gor nûçegihaniya hikûmetî a Îranê “Mehr”, nûnerê rejîma Îranê di saziya Netewên Yekbûyî de di civîna Korra Giştî a wê saziyê ku ji bo nîqaşkirina pirsa Sûriyê pêkhatibû, li ser metirsiya dirêjîkêşana pirsa Sûriyê axifî û amaje kir ku aloziyên hand dê gişt welatên deverê bigre.
Ev gotinanê nûnerê rejîmê li hember micitbûna civaka cîhanî û bi taybetî dema ku Rojava dixwaze dawî bi gelaleya Kofî Ennan bîne û herweha Ban Kî Mon Sekreterê Giştî yê “NY” rû li Ennan gotiye “gerek em çend caran rejîma Sûriyê şermezar bikin”, hiloşana rejîsma Esed nêzîk dibe.
Bi rijdbûna navendên navnetewî û nav dewletî li ser pirsa Sûriyê, rejîma Îranê dixwaze loztirbûn û tevlîhevbûna deverê bike tirsek ji Rojavayê re ku destêwerdanên emelî di pirsa Sûriyê de nekin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê