
Nirxa badimcan di bazarên Îranê de çend qat bilind bûye lê ti dahatek bo werzêran tinîne û mifaha herî zêde delalê bazaran dibînin û werzêr heta nikarin dahateke zêdetir ji xercê berhemanîna badimcanan bi destê xwe ve bînin.
Pêka rapor û vîdiyoyên belavbûyî, nirxa berhema badimcan di piraniyan cihan de ji werzêran bi nirxa derdora 500 tumen tê kirîn û nirxa badimcan pêka cih û corê badimcanê zêdetir ji 12 hezar heta 23 hezar tumen li bazaran tê firotin.
Piştî firotina berhemên werzêrî bi taybet badimcan, bo derveyî Îranê, nirxa wê berhema werzêriyê bi yekcarî zêde bû û heta bi qasî çend qatan e; Rejîma Îranê ti bernameyek bona bilinkirina nirxa kirîna badimcanan ji werzêran tinîne û werzêr piraniya caran rastî xisarên micid dibin.
Sîstema seqet ya kirîn û firotina berhemên werzêrî di Îranê de mijareke nû nîne û heyamek berî niha bi 100an tirêlî badimcan di gumrikan de xisar bûn û nehatine firotin.
Pirsgirêka serekî ya werzêran eva ye ku nekarîne hêj berhemên xwe bi nirxa hewce bifroşin û xelkê jî hêj nekariye bi nirxa serast, wan berheman bikirin; Tinebûna sîstema çavdêrî li ser bazaran sebeba bingehîn ya wan core pirsgirêkan e ku di piraniya ticareta Îranê de tê dîtin û “DELAL” rola serkî û kontrolkerê nirx di bazarên Îranê de hene.