Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên Azadiyê

14:57 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Selîm Zencîrî



Şoreşa ku xelkê Sûriyê di destpêka sala 2011’an de dest pêkir, wa derbasî 21’mîn meha xwe bûye.

Şoreşek ku berevajî çavnihêriyan, demdirêj û pir zirar bûye. Nirx û bedelên ku gelên Sûriya ji vê şoreşê re dan, li her biyavî de kêmwêne ne. Pêka serhejmariya NY, zêdeyî nîv milyon kes penaber û aware bûne û her roj bi hejmara wan zêdetir dibe.

Herweha zêdeyî 40 hezar kes jî hatine kuştin ku beşek zaf ji wan jin û zarok in. Eva jî bimîne ku jêrxana aborî a welat bi tewahî têk çûye û renge çendîn salên din jî nekare vegere ser halê berê û li ser lingên xwe bisekine. Ya balkêş û girîng ewe ku dewlet û desthilata dîktator a Sûriyê çiqas hovêtî û givaşên xwe zêdetir dike, îrade û vîna berxwedanê jî xurttir û qahîmtir dibe. Wate êdî nema rejîm paşde vegere rewşa du sal berî niha û her roj zêdetir li nav kirîz û qobiyê de diçeqe.

Gotinek pîr û kalên me heye ku dibê ‘’xwedê neke gurola kesê bikewe serjordahiyê’’, li rastî de rewşa Esed jî ev e. Helbet ne ji bextreşî û mezlûmiyetê re, belkî li ser zikreşî, tawanbarî û zordariyê. Lewma Sûriyê niha li ber guherînek mezin de ye û her ku diçe girovera dora Esed û rejîma wî jî teng û tengtir dibe.

Li asta navxweyî de opozîsyona Sûriyê kariye heya qasekê xwe organîze û bi rêxistin bike û derbên giran ji peykerê nîzamê û sînorê desthilata wê bide û beşa herî zaf a xaka welat jî bixe bin kuntirola xwe, bi taybetî ku beşa kurd akincî a wê (kurdistana Sûriyê) mijûlê xwebirêveberiyêk herêmî ye û her roj jî xîmê desthilatdariya wê bihêztir dibe.

Li asta derekî de jî em dibînin ku eniyek yekgirtî û bihêz a deverî û navnetewî li hember Esed de pêkhatiye û dixwaze bi alîkarî û piştevaniyên madî û menewî ên xwe dawiyê bi temenê faşîzma Beis bîne. Bêhêvîbûna hevalbendên Esed.

Wekî xuya, bi dirêjbûna şoreşê û ektîvbûna rola ekterên deverî û cîhanî li dor Sûriyê êdî dost û hevalbendên Esed jî ketine tengasiyê û bêhêvî bûne ji parastina Esed û desthilata wî. Serbarê wê ku Sûriyê pêgehek stratejîk û girîngiyek siyasî a taybet bo Îran û Rûsiya heye û jê weke pir, mertal û qadek bo teswiye hesabên navnetewî ên xwe mifahê distînin, lewma bi nemana Esed hevkêşeyên siyasî ên deverê jî dê biguherin û dîzaynek nû jêre bihê kirin û her wekî Kondolîza Rays, Wezîra karê Derve a berê ya Amerîkayê ragihand, renge bibe dawîn beşa piroseya hiloşîna Rojhilata Navîn.

Hewla Îranê bo nifûza li nav opozîsyonê de Yê ku li vê navberê de herî nîgeran e rejîma Îranê ye. Ji ber ku givaşên hevbendiya nû a opozîsyona Sûriyê bi piştewaniya Komkara Erebî, DYA, YE û Turkiyê li dijî rejîma Sûriyê û pêşrewiya zêdetir a wan morala rayedarên Îranê tevlihev kiriye û ew pitir ji her demekê nîgeran kirine.

Bi danekewe û nebe alîkarek ji muxalîfan re bo herifandina Esed …

Bijardeya leşkirî take rêçare!
Mijara Sûriyê bi rastî jî aloz û cuda ye û weke kurd dibêjin ‘’ev hewîre gelek avê vedixwe’’.
Ji ber ku dest û piyê gelek aliyan pêre girêdayî ye. Her yek ji wan ektoran dixwaze gor dilê xwe pirsa Sûriyê çareser bike lê ne bi tena serê xwe û hêza xwe.

Lê piştî hewildanên bêencam û jordeçûna hejmara qurbaniyan hêdî hêdî bawerî û zîhniyetek çê bûye ku bi riya leşkirî ve dawî bi cinayetên rejîma Esed bihê anîn. Bona wê yekê jî hin amadekariyên destpêkî dixuyin. Di serî de bi fermînasîna hevbendiya nû a opozîsyonê weke nûnerê rastîn ê xelkê Sûriya, paşan amadekariyên Îsraîlê bona parastina sînorên xwe ji riya lawazkirina Hemas û Cehada Îslamî, herweha pirojeya bicih kirina fûze û mûşekên Patiryot ên NATO li ser sînorê Sûriya- Turkiyê.

Herweha hewla pêkanîna hikûmeta veguhastî ji aliyê hevbendiya opozîsyonê weke alternatîv û dawîn hewil jî daxwaza Exzer Îbrahîmî, nûnerê NY bo kar û barên Sûriyê ye ku dide zanîn pêla şer û pevçûnên li Sûriya gelek berfireh bûye û tenê rêçareya leşkirî dikare dawiyê bi vê kirîzê bîne. Lewma wusa dixuye ku dibe êdî rewş yekalî bibe.

Wekî dibêjin çiqas av boştir be, aş jî xweştir e. Bi vê wateyê ku çiqas givaş zêdetir wê zûtir şoreşbigihîje encamê û nirxên ku gelên Sûriya ji azadiyê re dane, wê tamê bide jîn û jiyanê.