Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivîskarî û Xwekuştin

18:17 - 8 Çirriya pêşîn 2020

 Occo Mahabad

Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştinek sedemên cuda dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê, xwe bi siya mirinê ve nîşanî civatê didin. Lewma pirsa "Gelo çima xwe kuşt?" piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebînin her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin, jin, mêr, zarok, netew nas nakin.

Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de cuda cuda fikirîne û tevgeriyane.

Soqrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.

Eflatun jî wekî Soqrat întiharê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên mecbûrî.

Eresto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întiharê karê hemwelatiyên nejêhatî û xerab dibîne û rave dike. Li gorî Eresto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn divê qedr û qîmeta wê bê zanîn. Întiharê wek karekî nejêhatî şîrove dike. Eresto arîstokratekî ye alîgirê hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîne.

Epikuros ger mirov bextreş û bêsûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje, lewma xwekujî çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros giringiyê dide azadiya fikr û ramanên mirovan.

Cicero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.

Platonparêzên nû yên wekî “Pythagoras”, “Plotinos û Porphyrios” jî li dijî xwekuştinê derdikevin.

Seneca: Heke mirov zaf kal be û zewqa jiyanê nemabe, ew xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.

Albert Camus bi hêrs dipirse: "Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate nemîneçîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike." Lewma di hişê “Camus” de xwekuştin mijareke pêwîst û watedar e.

“Nietzsche” xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: "Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întiharê biryara kesên azad qebûl dike.

“Schopenhauer” jiyanê tiştekî erjeng dibîne, xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye, lewra xwekujî wek rêya xelasbûnê dipejirîne.

Civaknasên serdema nûjen jî li ser xwekujiyê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

“Emil Durkheim” xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên ku xwe dikujin êdî bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. “Durkheim” di xwkujiyê de siya tenêtî, bêhêvîtî û belengaziyê digere.

“Kant” xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.

“Javata” û “Melvin Seeman”, di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.

Li ser xwekujiyê gellek teoriyên psîkolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim ziman.

Li gorî “Sigmund Freud” ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. “Freud” xwekujiyê wek sadîzmeke rihî îfade dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş in dikarin xwe bikujin.

Di teoriya “Erich From” de ajoyên civakî girîng in ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her mirov di hundirê civakê de dibe mirov. “From” xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa dinirxîne.

“Karl Menninger” xwekujiyê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li gorî fikra wî kîjan xurt be ew qazenc dike.

Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.

“Ola Îslam”ê xwekuştinê guneheke mezin dibîne bi tekez qedexe dike û girîngiyê dide jiyana mirovan. Lewma rêjeya xwekujiyê li gorî lêkolînên kirî di hundirê Misilmanan de pirr hindik in.

Piştî ferman û nêrînên alim û mirovên dînî yên Augustin, Ola Xaçpareziyê xwekujî erênî nake û nasepîne. Di serdema kevn ya klasîk de rewş hinekî cudatir e carinan Xaçperestên bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî xwekujî dikin. Di roja me de otorîteyên Xirîstiyanî ji xeynî mezheba Protestanî xwekuştinê gunehekî erjeng dibînin û napejirînin.

Ola Cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din yên sereke gunehekî li hemberî Xwedê qebûl dike. Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.

Olên wek Hînduîzm, Budîzm û Caynîzim li hemberî xwekujiyê hikmên dijwar negotine û neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine bi kirinên xwe.

Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikarin derkevin pêşberî me. Lê dive em fêm bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye û mixabin herdem dê rastî me were. Dawiya dawî nivîskar jî mirovek e dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema mirov e. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynûk û wîjdana civatê. Di dinyayê de gellek nivîskarên jêhatî bi sedemên bicih xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend niviskarên Kurd û yên Biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê Kurd Şikoyê Hesen tê bîra min.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê yekemîn yê cîhanî ji ber qetilama dewletê xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî wî xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961'an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya Radyoya Rewanê dimeşîne. Di sala 1961'an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad'ê û ser zimannasiyê duktoraya xwe dike. Di sala 1965'an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîqayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961an de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê "Perwaza Welat" û "Payîz û Ba" du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe.

Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.

Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin "Gelo çend kes dikare ku xwe bikuje konê xwe bar bike ji vê dinyaya fanî".

Nivîskarê duyemîn yê Kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin ew helbestvanê zîrek Mihemed Omer Osman e.

Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li taxa Dêrgez ya ser bi bajarê Silêmaniye ye tê dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî dihêle. Di sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber sedemên darayî karkeriyê dike.

Helbestên wî ji aliyê ciwanên Kurd ve pirr têne hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê ku di dîwana wî ya Li Xurbetê cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Berhemên wî heta niha di gellek rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Pirtûka wî ya Li Xurbetê di sala 2013an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê tê çapkirin.

Ev şairê dilgeş di sala 2019an de mixabin di mala xwe de xwe darve dike. Mebesta xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.

Piştî helbestvanên Kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gellek nivîskarên cîhanê yên întîhar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gellek navên din.

Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gellek sedemên xwekuştinê hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.

Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî nekin ew ê herdem her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine