Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Norwej/ Birêveçûna yada70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat

13:53 - 23 Tebax 2015

Kurdistan Media: Rêûresma yada 70’hemîn saliya avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya 6 Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê di welatê Norwejê de birêve çû.

Li rapora malpera Kurdistan Media, bervara 15’ê Tebaxa 2015’an (24’ê Gelawêja 1394’an ya rojî), rêûresma 16’ê Tebax (25’ê Gelawêj)ê bi beşdariya endam û dostên Hizbê û herwiha nûnerên part û aliyên siyasî di welatê Norwejê de birêveçû.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqije şehîdên gel û nîştîman destpêkir.

Piştre peyama Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi munasbeta 70’hemîn saliya avabûna Hizbê ji aliyê “Nadir Qudretî” berpirsê teşkîlata Komîteya giştî yê Hizba Demokrat di wî welatî de hate xwandin.

Dûre Dr. Husên Xelîqî” kesayetiyê naskirî û endamê berê yê rêberiya Hizbê axaftinek li ser dîroka Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pêşkêşî beşdaran kir.

Paşan sirûda “Gelawêji” ji aliyê “Simko Bêkes” pêşkêşî beşdarên rêûresmê hate kirin.

Peyama hevpar a Komîteyên giştî yên Yekîtiyên jinan, Ciwanan, Xwandekaran û Komeleya kultorî ya Kurdî ji aliyê “ Munîre Cîhanî” ve hate xwandin.

Komîteya alîkar ya hêzên Kurdistanê bi munasbeta yada 70’hemîn saliya avabûna Hizba Demokrat, peyamek ji bo vê rêûresmê şandibû ku ji aliyê “Mihemed Eskenderî”endamê Komîteya Hizbê di wî welatî de pêşkêşî beşdarbûyan hate kirin.

Herwiha, peyama kongireya Neteweyên Îrana Federal jî, bi munasbeta16’ê Tebaxê, ji aliyê “Perwîz Efşar”ve hate xwandin.

Her bi munasbeta 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, çend Hizb û aliyên siyasî jî, peyamên pîrozbahiyê pêşkêşî wê rêûresmê kiribûn ku navên wan bi awayê jêrîn in:

-Partiya Şîûî a Kurdistanê
-Yekîtiya Niştîman a Kurdistanê
-Partiya Serbestiya Kurdistanê
-Tevgera Goran
-Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê
-Vênistra Partî
Rêûresm bi dîlan û şahiya kurdî û stranbêjiya Hunermendên Kurd “Qadir Elyasî” û “Şêrko Merîwanî” ve bidawî bû.