![](/weney-mallperr/862.jpg)
Kurdistanmedia: Îdareya Ewlehiya Millî a Efxanistanê nûçegihanê nûçegihaniya Fars a ser bi Komara Îslamî a Îranê bi tometa sîxurî bo rejîma Îranê destbiser kir.
Li gor nûçegihaniya “BBC”, wergirtî ji çavkaniyek îdareya Ewlekariya Millî a Efxanistanê ragihand, rojnamevanê nûçegihaniya Afrs bi tometa “eşkerekirina nehêniyên dewletê bo rejîma Îranê” hatiye destbiserkirin.
Nûçegihaniya Fars rapora han piştrast kir û nivîsandiye ku “Ebdullwahîd Hekîmî”, nûçegfihan û serperestê wê nûçegihaniyê li Kabulê, ku bi xwe Efxanî ye, ji aliyê hêzên Ewlekariyê ên Efxanistanê ve hatiye destbiserkirin û bo cihek nediyar hatiye veguheztin.
Nûçegihaniya Fars ku ji Sipaha Psdaran a rejîma Îranê nêzîk e, li Kabulê bîro heye û pirsên Efxanistanê belav dike.
Li gor rapora han, berê jî Îdareya Ewlekarî a Efxanistê gotibû ku nûçegihaniya Fars îzna fermî a kar di Erfxanistanê de tune ye.