Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçegihanên Bêsînor ji “Enternêta Millî” a Îranê nigeran in

20:43 - 23 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Saziya Nûçegihanên Bêsînor nigeraniya xwe ji egera birêveçûna gelaleya “Enternêta Millî” li Îranê nîşan da.


Li gor rapora “Radyo Almanya”, rejîma Îranê dibêje ku gelaleya han ji bo bêtirkirina rewşa çawanî û tenahiya enternêtê, ji aliyê bikarîneran ve û di meha yekê a werza Payîzê de cih bi cih dibe.
Gelaleya han yek ji wan gelalyên “tora enternêna netewî” û yek ji armancên bernameya 5 salî a abûriya rejîma Îranê ye û berpirsên rejîmê heyamek e soza cih bi cihkirina vê gelaleyê dane.
Saziya Nûçegihanên Bêsînor di daxuyaniya xwe de ragihandine, egera vê yekê eheye ku vê carê aliyê kim çend beşên wê gelaleyê ku têçûyek malî a zêde jixwe girtiye, birêve here.
Rejîma îslamî a Îranê heya niha 4 caran ji aliyê Nûçegihanên Bêsînor ve ketiye nava lîsteyên welatên dijberên enternêtê û niha jî di wî welatî de 24 rojnamevan û 18 wêbnivîs di gitîgehê de ne.