Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçegihanî, pîşeya herî metirsîdar di Îranê de

14:54 - 23 Tebax 2012

Arif Vêlzî

L i ser daxwaza civata sinfiya rojnamevanan û piştewaniya Wezareta ‘’Ferheng û Îrşad’’ a Îslamî di dewleta Xatemî de, roja 17ê Gelawêjê ji aliyê Şêvra Çanda Giştî ve weke roja cîhanî ya nûçegihanan di rojjimêra Îranê de hat nivîsandin da ku bibe rojek bo rêzgirtin ji cangorîtî û fîdakariyên nûçegihanan li cîhanê bi giştî û Îranê bi taybetî de. Munasibeta roja han hevdem e li gel kuştina Mehmûd Sarimî, nûçegihanê ajansa fermî a Komara Îslamî (Îrna) ku li bajarê Mezar Şerîf a Efxanistanê ji aliyê çekdarên Talîban ve hat kuştin.

Diyarî kirina rojek han bo nûçegihanan, nîşan ji pîroziya vê rêzgirtina ji pîşekarên wê ye û erkê sereke yê wan rewşengerî hişyar kirin û dana zaniyariyên rast û durust bi xelkê ye, lê mixabin, ew yeka di Komara Îslamî de wateyek tune û her tişt bi sansorê re beber birû dibe.Çûnku midehek zaf bi ser destnîşankirina roja nûçegihan re derbas nebibû ku di Banemera sala 1379’an de, li ser biryara rêberê Komara Îslamî û ji aliyê Qazî Murtezewî ve, pêla yekem a daxistina ragehandinan li Îranê dest pêkir û gelek rojnamevan û nûçegihanan hatin binçavkirin, îşkencedan û zîndanîkirin. Rewşa aloz û nebûna ewle hi ya canî û karî ya nûçegihan berdewam kir heya ku di 22’ê Cozerdana sala 1388’an de, piştî kûdetaya hilbijartinên serkomariya Îranê, pêla duyem û xurt a serkuta rojnamevan û nûçegihanan tewahiya welat xist bin bandora xwe û di encam de rojnamevanekê canê xwe ji dest da û bi dehan kes jî ketin girtîgehên Komara Îslamî û bi awayên hovane hatin îşkencekirin û hinek jî, ji tirsa deshilata kevneparêza Melayan ber bi welatên din rewiyan û bûn penaber.Di demekê de em roja nûçegihanan di Îranê de derbas dikin ku mixabin ragehandin bi giştî û nûçegihanên xwedî wîjdan û bi pirnsîp di gel yasa û rêsayên nûçegihaniyê û herweha pak digel xelkê xwe di Îranê de, di rewşek pir xirab û metirsîdar de ne û tirsa gazikirin, gefxwarin, girtin, serkut û sansorê hemû jiyana wan xistiye bin bandora xwe. Lê di hember de jî, binav nûçegihanên ku ser bi sîstema siyasaî ya melayan in û rastî û dirustiyên jiyana rojê çewaşe û berxwar dikin û çavên xwe li hember zulm û stema hikûmeta Tehranê dimiqînin, di rweşek pir baş dene, çima? Çûnkî li hember hêla sor ya diyarîkirî ji aliyê deshilatê vê bêdeng disekinin û di cihê wê ku şirove û analîza pirs û babetên rojê bikin, pitir ji metoda pesn û mehtakirinê mifahê werdigirin.


Karê pir metirsî lê pîroz a nûçegihaniyê li Îranê de bi awayekê hatiye çewaşekirin ku berevajî hemû cîhanê nabe tu basekê ji hikûmet, dewlet, Parlemênt, hilbijartin, dîplomasî, siyaseta derwe û hundur, kêmasiyan û gelek babetên din yên pêdvî û peywendîdar bi jiyana xelkê ve bikin û wan ji karê eslî ku rastbêjî û vedîtin û eşkere kirina rastiyan e, dûr dikin

Niha pirsyar ev e ku hekî rewş bi vî awayî be, nûçegihan û rojnamevan dikarin bas ji çi bikin? Çawa karê xwe bidomînin di demekê de ku, serbarê qedexe bûna tewahiya pirs û babetên siyasî ku me bas jê kirin, babetên weke abûriya welat, pirsên netewî, olî, giranî, helawsan, werzîş, nirxa mirîşk û nemaze avrêşkanê ya ciwanan di parkan de jî, bi pirsên siyasî tên hesibandin û diçin nava cixiza hêla sor de û cezayên tund bi dû xwe re tîne?
Bi vî awayî tê xuyakirin ku li sê dehsalên derbasbûyî de. Îran bûye zîndanek ji bo rojnamevanan û nûçegihanên azad. Bi taybetî dewrana herî xurt a serkut û sansorê li dijî rojnamevan û di Îranê de, vedigere bo van sê salên dawîn, an ku piştî hilbijartina sala 1388’ê ku têde hêzên ewlehî yên Komara Îslamî bi awayek berfireh dest avêtin desteserkirina wan bi tometên cur bi cur weke bêrêzîkirin bi rêber û serkomarê welat, hewildan li dijî nizamê, sîxorî û peywendî bi medyayên derve weke BBC, peywendî bi rêxistin û aliyên siyasî ên opozisyon û... hwd . Lê di rastî de tawana wan, bi tenê eşkerekirina beşek ji rastiyan û rexne girtin ji siyasetên şaş ên karbidestên Komara Îslamî û ne berpirsatiya wan di hember xelkê û birêvebirina welat de ye.
Lewma di pilebendiya nû a cîhanî di warê azadiya ragehandinê de, ku hemû salekê ji aliyê nûçegehanên bê sinûr ve tê weşandin, rewşa azadiya ragehandinê di Îranê de dikewe dawiya rêzbendê û di tewahiya cîhanê de, Îran bi tenê li çar welatên Sûriye, Turkemenistan, Koreya Bakûr û Erîtirê baştir e, çûnkî pitir ji 50 nûçegihan û rojnamevan û wêblagnivîs di girtîgehên Komara Îslamî de hatine hebskirin.