Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê “NY” li ser îşkenceyên di Tirkiyê de disekine

16:18 - 29 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Rêxistina çavedêr ya Mafê Mirovan, da zanîn ku dewleta Tirkiyê piştî kodetayê, di wî welatî de girtîyan îşkence dike.

Deftera rêxistina NY li Enkeqerê da xûyakirin ku, ew rêxistina cîhanî wê derheq îşkencekirina girtiyan di Tirkiyê de, pêdagiriyê bike.

Li gor raporên ku belavbûne, Deftera Nûnerên Rêxistina NY dayezanîn ku “Nîlis Mlsir” yê nûnerê taybet yê wê rêxistinê ye, roja înê cûbû dîtina çend girtiyan di girtîgehê de û li gel wan qise kirbû.

Herwiha hêjayî gotinê ye ku, girtiyên di girtîgehê de dimînin dane zanîn: “ew di girtîgehê de rastî şerê rewanî, rêgiriya ji razên, lêdan û îşkence û herweha rastî destdirêjiyan tên.”

Eeva di halekê deye ku dewleta Tirkiyê wan rastiyan înkar dike.

Dewleta Tirkiyê piştî kodtaya şikestxwarî ya 15’Tîrmehê, ji jêr nave kodeta û dijatiya terorê, ku şerê dijberên xwe wate aligiriya PKK û alîgirên Gulen destpê kiriye, û heyanî niha 10 hezar kes hatine binçavkirin, yan jî li ser kar hatine derxistin. Herweha nêzî bi 150 rojname, kanalên radyo û televîzyon hatine daxistin.

Rêxistina çavedêr ya mafê mirovan ev riftarên dewleta tirkiyê bi tundî rexne kiriye û daye zanîn ku, heyanî niha 13 belgeyên wan îşkenckirinan li ber destên wan in, û evê weke rapor radestî Şêwra Mafê Mirovan a Rêxistna NY bikin.