Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûtirîn raporta şerê pêşmergeyên PDKÎ li dijî DAÎŞ’ê + Wêne

21:47 - 9 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dijî terorîstan û girupên naskirî bi DAÎŞ’ê di amadebaşiyeke temam de ye.

Tîma wênegir û peyamnêrên malpera Kurdistanmedia şanbişanê pêşmergeyên PDKÎ, şerê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê rûmal kiriye ku bo yekemîn car tê bilavkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi fermandihiya Sitada Emelyatî a taybet piştî ewê ku roja Pênçşemî 8’ê Tebaxa 2014’an, li ser daxwaza fermî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo eniya şer li djî girupên terorîstî ên DAÎŞ hatin henardekirin, çend gundek li devera Giwêr a ser bi qezaya Mexmûrê ji hêzên DAÎŞ paqij kirin û ew çend gunde rizgar kirin.

Rostem Cehangîrî berdevkê Sitada Fermandihî a taybet a hêzên pêşmergeyên PDKÎ, li ser rewşa davî a eniya şer ragehand: Di çend rojên borî de ku hêzên pêşmergeyên PDKÎ di çeperên şer de amade bûn, çendîn gund rizgar kirin, komek destkevtên şer weke çek û çûl û tirombêl, me bi dest xist, 3 kes ji hêzên DAÎŞ’ê me bi dîl girtin ku her hemû radestê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hatin kirin.

9080.jpg
Rostem Cehangîrî

Cehgangîrî di bersiva pirsiyarên peyamnêrê malpera Kurdistanmedia li warê destkevtan ve got: Em bi armanca destkevtên madî neçûyîn, her hemû ji wan destkevtane heta niha radestê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Herwiha Rostem Cehangîr got: Parastina ax û nîştemanê armanca me ya sereke ye di vî şerî de.

Berdevkê Sitada Feramandihî a hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ewa jî eşkere kir: Biryara PDKÎ li ser amadebûna şerê dijî DAÎŞ û terorîstan li ser cihê xwe ye û niha hêzên pêşmergeyên PDKÎ di amadebaşiyê de ne.

Rostem Cehangîrî li warê gefên yek ji serkirdeyên DAÎŞ ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê got: DAÎŞ hemû aliyek û demokratek bi dijminê xwe dihesibîne û dijayetiya wan bi rewa dizanîn, em nek DAÎŞ’ê belkî her hêzekî din êrîş bike ser me, emê berewaniyê li xwe bikin.