Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NY îdamên nepenî li Îranê de pirotesto kir

13:22 - 11 Gulan 2015

Kurdistan Media: Ehmed Şehîd, raporthinêrê taybetî ê rêxistina Netewên Yekbûyî ji bo kar û barên mafên mirov li Îranê de, li dor birêveçûna îdamên nepenî li Îranê de, serbarê hişdariyê, nîgeraniya xwe jî li vê derheqê de anî ziman.


Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Ehmed Şehîd û Kirîstof Haynêz ji nûçegihanên taybetî ên rêxistina NY, roja înê, 18’ê Banemera 1394an a rojî (8’ê Gulana 2015’an) di daxuyaniyekê de li dor jordeçûna rêjeya îdaman li Îranê di midehê çend heftiyên derbasbûyî de nigeraniya xwe anîn ziman.

Li vê raporê de hatiye ku ji destpêka sala nû ya zayînî ve heta niha 340 kes li Îranê de hatine daliqandin ku aliyê kêm 6 kes ji wan girtiyên siyasî û 7 ên din jî jin bûne.

Di raporê de îşare bi vê hatiye kirin ku piraniya îdamiyan bi tawana ‘’bazerganîkirin bi madeyên hişber’’ ve ew hukm bi ser de hatiye cîbecî kirin.

Li gorî wê raporê, rejîma Îranê piştî welatê Çînê, pileya duyem di warê îdamkirina hevwelatiyan di asta cîhanê de heye. rêjeyek ku wusa kiriye çalakên mafê mirov bi berdewamî nîgeraniyên xwe li vê derheqê de bînin ziman.

Ehmed Şehîd di vê raporê de daye zanîn ku: birêvebirina hukmê îdamê li ber çavê xelkê û cihên giştî de, bandorek nerênî li ser hevwelatiyan û goriyan dike.

Wî herweha ragihandiye ku zafbûna hejmara îdaman û xurtbûna seqa û atmosfera tund a ewlehî- yasayî ku çalakên sivîl, mafê mirov û siyasî bi givaş û metirsiyan re berbirû dike, eyankerê wê ye ku rewşa mafê mirov li Îran û bi xasmanî li serdema desthilatdariya Hesen Rohanî de ‘’xerabtir’’bûye û serbarê soz û peymanan, ber bi başiyê ve neçûye.