Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‘Omer Xulam’elî

12:50 - 3 Kanûna pêşîn 2014

H: Arif Vêlzî

Birêz ‘Omer Xulam’elî “Bûyera herî tal ya temenê min jidestdayîna heval û mamostayê min şehîd Muhendis Xeyatî ye, jiber ku ew bûyera bi sedema kêmtirxemiyê ve rû da, û dikarî ku rû nede”.
Birêz ‘Omer Xulam’elî roja 29.12.1341’an di gundê Qaraweya mezin ya herêma Torcan ya bajarê Bokanê li ser lêva rûbarê Tetehû di nav malbateke cotkar û ajeldar de ji dayîk bûye.

‘Omer Xulam’elî di sala 1968 (1347)’an de diçe xwendingehê û heya serkevtina şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de dersê dixwîne.
Navbirî li derheq çawaniya nasîna PDKÎ weha ji rojnameya Agirî re axivî: “Bo yekemîn car wekî hemû xelkê gund û bajarên Kurdistanê, di dema şoreşa gelên Îranê de, em tevlî xelkê serhildêr bûn, û me diruşm didan, diyare ku bo hevtemenên me wê demê PDKÎ naskirî bû, jiber ku kêm û zêde xelkê Qarawe beşdarî xebata xelkê Kurdistana Îranê bûn, herwisa mabûn yên ku pêşmergatiya Komara Kurdistanbê kiribûn, herwisa mabûn yên ku di dema serhildana cotkarên Mehabadê de alîgiriya PDKÎ kiribûn, û di şoreşa sala 1967-1968 (1346-1347)’an de çalak bûn. Yên ku me bas kirin bûne sedema vê ku ne tenê ez, belkû gellek xortên herêma me tevlî şoreşê bibin.

Birêz ‘Omer Xulam’elî li derheq hatina xwe bo nav refên PDKÎ weha dibêje: “Bi destpêkirina xebata eşkere ya PDKÎ, me komek xortên gund bi hevre binkeyek ji bo Rêkxirawa Lawan ya PDKÎ di gundê xwe de vekir. Piştî şerê sê heyvî, me hewl da ku bibin pêşmerge, lê çek nedane me.

Bi destpêkirina şerê li Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, ku di buhar û havîna sala 1980 (1359)’an di Kamyaran û Sine û Seqizê de rû da, em bi awayekî fermî bûne pêşmerge û di dema şerê nav Seqizê de, em di peleke ser bi hêza şehîd Ezîz Yosifî di taxa Hemalawa ya Seqizê de bûn, û berdewam di bin agirê xompareyan de bûn, û piştî bi cih hêlana bajar em çûne Serşîwê.

Di havîna heman salê de ji aliyê komîteya şaristanê ve, şehîd Rehman şandin bo dewreya kadrê siyasî û ez jî bo dewreya Muxabiratê şandim dola Xidiravê, li ser riya Pîranşar-Serdeştê. Piştî vê dewreyê me karî ku baştirîn û hêsantirîn rê ji bo avakirina toreke berfireh ya muxabiratê dest pê bikin, ku li seraserî Kurdistanê dihate girtin, û di rastî de para herî zêde ya zehmeta wî karî li stûyê şehîd Muhendis Riza Xeyatî bû. Şehîd Muhendis xeyrî vê ku şanaziya avakirina Radyoya Dengê Kurdistana Îranê heye, şanaziya avakirina bêsîma PDKÎ jî heye, ku bi baweriya min, guhertineke bi bandor û heya şoreşeke pêwendiyan bû di nav PDKÎ de.

Birêz ‘Omer Xulam’elî rojên herî xweş ên pêşmergatiya xwe bi vî awayî tîne ziman: “Rojên xweş ên jiyana min zaf in, dem bi demên jiyanê em xweş derbz dikin, wan demên ku ez li ber karên hizbî mandî me, û hest dikim ku min karek kiriye, û wan demên ku zarokên min dikenin, eva demên xweş ên pêşmergatiya min in”.

Ew herwisa rojên herî nexweş ên pêşmergatiya xwe jî bi vî awayî tîne ziman: “Talî û nexweşiyên sî û çend salên pêşmergatiya min, bi nivîsînê cih nabin. Gellek ji hevalên min yên xweştivî çi di pileyên bilind yên hizbî, û çi jî wan demên ku em bi hev re di pelekê de bûn, şehîd bûn, û birînên gellek ji wan ber çavên min in, û gellek êş û azarên wan di dilê min de ne, lê “bûyera herî tal ya temenê min jidestdayîna heval û mamostayê min şehîd Muhendis Xeyatî ye, jiber ku ew bûyera bi sedema kêmtirxemiyê ve rû da, û dikarî ku rû nede”.

‘Omer Xulam’elî derheq jiyana xwe ya hevpar de dibêje: “Di destpêka salên şêstî de, yekem car di herêma Serşaxan ya Nexedeyê, û piştre jî di nexweşxaneya 25’ê Gelawêjê de, min Hawrê Îsma’îlî hevjîna xwe ya niha nas kir, piştre wisa çê bû ku em di payîza sala 1986 (1365)’an de bi hevre jiyana hevpar pêk bînin, û berhema vê jiyana me jî keçek û sê kur in.

‘Omer Xulam’elî bi vê peyamê dawî bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez xwe di vê astê de nabînim ku peyam ji xelkê Kurdistanê re min hebe, belkû min peyama xelkê Kurdistanê bihîstiye ku bi piştevaniya xwe, daxwaza berdewamî di xebat û tekoşînê de ji xortên xwe yên pêşmerge kirine”.