Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Omîkiron” bûye gefek mezin li dijî canê welatiyên ku derziya Koronayê jixwe nedane

11:46 - 18 Kanûna Paşîn 2022

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, vaîrosa “Omîkironê”, bi awayek berfeh belav dibe û ev jî bûye gefek mezin li dijî canê welatiyên ku derziya  Koronayê jixwe nedane.

Vaîrosa “Omîkiron”, corek nû ji vaîrosa Koronayê ye ku, bi awayekî lezgîn û berfireh di nav welatiyên Kurdistana Rojhilat û Îranê de belav bûye.

 Her di vê derheqê de, serokê komîteya êpîdêmolojîk û lêkolînên zanistî yê Îranê “Mesud Yûnêsiyan” ragihandiye ku: “Heta vê demê li Îranê, ji sedî 40, pêketiyên Koronaya cora Omîkironê hene, û zêdebûna rêjeya nexweşan di vê heyamê de, nîşana vê yekê ye ku, di Îranê de şîpela şeş ya pêketiyên Koronayê destpê kiriye.

Herwisa navbirî ev yeka jî zêde kir ku: Di heyama her hefteyî de ji sedî 10 tûşbûyên bi vaîrosa Omîkironê zêde dibin û ev rewşa han jî bûye gef û cihê nîgeraniyê li ser canê welatiyan.

Herwisa “Mihemmed Haşimî” serperiştê pêwendiyên giştî yê Wezareta Tendrustiyê yê Îranê “gotiye: “Heta niha sê kes ji pêketiyên “Omîkironê” canê xwe jidest dane, û Hezar û 160 kesên din jî tûşî vê vaîrosê bûne.”

Ew rewşa dijwar di halekê de ye ku, di hemû nexweşxaneyên Îranê de, alavên taybet bi nasîna vê cora vaîrosê dest nakevin, û herwisa zêdetir ji 8 miliyon welatiyên temendar û 16.5 miliyon zarokên di bin temenê 12 saliyê di Îranê de, derziya Koronayê jixwe nedane û ev yeka bixwe jî, gefeke mezine li dijî canê welatiyan.