Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Panorama sala1392’an (21’ê Adara 2013-20’ê Adara 2014)

21:06 - 29 Adar 2014

Îdrîs Sitwet

12.04.2013 (23.01.1392)

Komîteya Kurd, di «SI» de hate avakirin

Li roja 12’ê Nîsana 2013’an li gor biryara dawî kongireya Înternasyonala Sosyalîst (SI), û bi amadebûna 24 partî û rêkxirawên herçar parçê Kurdistanê, konfransek bi armanca avakirina komîteyek Kurdî di vê rêkxirawê de, li bajarê Silêmaniyê birêve çû. Heyetek payebilin ya PDK Îranê bi serperestiya rêzdar Hesen Şerefî di vê konferansê de beşdarî kir. Hêjayî basê ye ku ew konferans bi amadebûna rêzdar Lûyîs Ayala sekreterê “SI” dest pê kir.

21.03. 2013 (31.02.1392)
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, di daxuyaniyeke hevpar de hilbijartinên dewra 11’ê ya serkomariyê Baykot kirin.

Di dema nêzîkbûna birêveçûna yazdehemîn dewra hilbijartinên serkomariyê di Îranê de, PDKÎ û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di daxuyaniyeke hevpar de tehrîmkirina hilbijartinên dewra 11’ê ya serkomariyê ku biryar bû li 24’ê Cozerdanê birêve biçe, Baykotkirin.
31’ê Banemer wezareta navxweyî ya rejîm bi bilavkirina daxuyaniyekê navên 8 kes ji berbijêrên hilbijartina serkomariyê eşkere kir.

05.06 2013 (15.03.1392)
Parlemênta Kanada biryarek dîrokî da

Roja 5’ê Hezîrana 2013’an, di 25’mîn salvegera komkujiya girtiyên siyasî ên sala 1367’an(1988) li Îranê, parlemênta welatê Kanadayê weke yekemîn welat li ser astê cîhanê, di biryarek cesûrane de, gelaleya komkujiya girtiyên siyasî ên sala 67’an (1988) ku ji aliyê “Kempêna komkujiya 1988’ê” ve hatibû amadekirin, li gor yasa û pîvanên navnetewî weke cînayet li dijî mirovahiyê bi fermî naskir û piştre, roja 1’ê Çileya pêşîn bi armanca hevderdî û hevxemî tevî malbatên kuştiyên vê cînayetê, weke roja hevpêwendî digel girtiyên siyasî di Îranê de diyarî kir.

14 .06.2013 (24.03.1392)
Hilbijartina serkomariyê di Îranê de birêve çû

Roja 24ê Cozerdana 1392 a rojî Hilbijartina dewra yazdehem a serkomariyê li bin dethilata wîlayeta feqîh di Îranê de birêve çû, û di encam de roja 25’ê Cozerdanê, wezîrê navxwe yê Îranê ragehand ku Hesen Rohanî karî wek serkomar piraniya dengan bi dest bîne.

03.07.2013 (01.04.1392)
Artêşa Misrê Mihemed Morsî li ser kar avêt

Roja çarşemî Artêşa Misrê Mihemed Morsî li serkomariyê avêt. Biryara han piştî xwenîşandanên sedan hezar kesî ku dijberên Mihemed Morsî bûn hat cîbicîkirin.

Ebdulfetah El-sîsî Fermandeyê giştî ê hêzên çekdar ên Mîsrê, di daxuyaniyekê de helwêsta arteşê ragehand û eşkere kir ku serokê Dadgeha Bilind a Yasaya Bingehîn Adil Mensûr, heya birêveçûna hilbijartina serkomariyê, wê birêveberiya welatê Mîsrê bigire stûyê xwe.

22.07.2013 (31.04.1392)

Civîneke berfireh bi armance pêkanîna Kongireya Neteweyî pêk hat

Roja 31’ê Pûşper (22.07.2013) kombûneke berfireh bi serperestiya rêzdar Mes’ud Barzanî serokê herêma Kurdistanê û bi beşdariya Partiyên her çar beşên kurdistanê bi merema pêkanîna Kongireya Neteweyî ya Kurd li Herêma Kurdistanê pêk hat, û şanda PDKÎ bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî sekretêrê giştî yê PDKÎ di vê kombûnê de beşdar bû. Di vê civînê de heyetek 21 kesî wek Desteya Amadekar a Kongireya Netewî pêk hat. Nûnerê PDKÎ wekî yek ji endamên 21 kesî yê Desteya Amadekar a Kongireya Neteweyî hat diyarîkirin.

04.08.2013 (13.05.1392)

Helbestvanê navdarê Kurd Şêrko Bêkes di temenê 73 saliyê di Swîdê de, koça dawiyê kir

Roja 04.08.2013’an Şêrko Bêkes helbestvanê navdar ê Kurd di yek ji nexweşxaneyên Swîdê de bi sedema nesaxiya penceşêrê koça dawiyê kir. Şêrko Bêkes kurê helbestvanê Kurd Fayiq Bêkes e, û di sala 1940’î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, û di sala 1986’an de çûye derveyî welat, û ji sala 1987 heya 1992’an li Swîdê jiyan kiriye û piştre vegeriyaye Kurdistanê. Navbirî bi yek ji helbestvanên nûxwaz ê hevçerx ê Kurd tê hesibandin ku xwediyê çendîn dîwanên helbestan e, û gellek ji helbestên wî bo ser çendîn zimanên zindî ên cîhanê hatine wergêrandin.

08.09.2013 (13.05.1392)

Muhendis Riza Xeyatî koça dawiyê kir

Roja 08.09.2013 (13.05.1392) Muhendis Riza Xeyatî pêşmerê kevnar ê PDKÎ di bûyera dilêş ya trombîlê de, cane xwe ji dest da.Termê Muhendis Riza Xeyatî di goristana şehîdan ya PDKÎ de bi axa pîroz ya nîştiman hate sipartin.

05.12. 2013 (14.09.1392)

Nîlson Mandêla koça dawî kir

Roja 05.12. 2013’an Cêkob zûma serkomarê Afirîqaya Başûr bi awayekî fermî koça dawiya Nîlson Mandêla ragehand. Nîlson Mandêla têkoşerê siyasî û xebatkarê naskirî yê dijî apartaydê li Afrîqaya Başûr û rêberê Kongireya Neteweyî ya Afrîqayê, roja 14.09.1392’an (05.12.2013) piştî heyamekê nexweşiyê di temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir. Bi nemana Nîlson Mandêla azadîxwazên cîhanê û alîgirên wekheviyê, semboleke xebat û tekoşînê û kesayetiyekî herî naskirî yê demokrasîxwaziyê ji dest dan. Deftera Siyasî ya PDKÎ jî bi boneya koça dawiyê ya Nîlson Mandêla ragehandinek bilav kir.

(20.11.2014) 29.08.1392

Îran û welatên 5+1 li hev kirin.

Piştî çend sal çavnihêriyan, gera nû ya gotûbêjan di navbera Îran û welatên 5+1, li ser pirsa navikî ya komara Îslamiya Îranê li bajarê Viyen paytextê Nemsayê dest pê kir, û bi vî awayî li hevkirin.

Li gorî vê lihevkirinê, diviya Îran pirograma xwe ya navikî sînordar bike, da ku rojava di hember de, beşek ji gemaroyên xwe ên aborî li ser Îranê hilgire.

28.02.2014 (09.12.1392)

Kongireya navnetewî ya Lawên Sosyal Demokrat “IUSY” birêvr çû
Di vê kongireyê de li ser pêşniyara nûnerê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistana Îran, di rapora taybet bi netewên cîhanê de, xalek li ser piştevanî ji mafên neteweya Kurd li her çar beşên Kurdistanê hate pejirandin.

Herweha di beşek din a karê kongirê de Evîn Încir weke sekretera giştî a IUSY û herweha Aştî Azerefşan nûnera Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistana Îranê weke endama Desteya Çavedêr a IUSY hatin hilbijartin.
Îdrîs Sitwet