Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Panoramaya bûyerên girîng yên 21’ê Adara 2014-21’ê Adara 2015’an (1393’an a Rojî)

15:27 - 5 Nîsan 2015

A: Selam Îsma’îlpûr

Sala 1393’an a Rojî li warê siyasî û aborî û biyavên din, di Kurdistan, Îran û cîhanê de, wekî saleke pirr ji bûyer û guherînkarî tê hesibandin. Di vir de bi boneya bidawîhatina salê, emê hinek ji bûyerên herî girîng yên yek sala borî yên Kurdistan, Îran û cîhanê bi bîr bînin.

(01.01.1393 ) 21.03.2014: Xelkê gund û bajarên Rojhilata Kurdistanê bi hilkirina agirê newrozê, ew boneya neteweyî bilind ragirtin.

(20.02.1393 ) 10.05.2014: Xelkê herêmên Donêtsk û Lohanskî û Okraynê di referandomekê de daxwaz kirin ku ji vî welatî cuda bibin.

(22.02.1393) 12.05.2014: Exzer Îbrahîmî navbeynkarê taybetî yê NY û Yekîtiya Ereban ji bo kirîza Sûriyê ji posta xwe vekişiya.

(31.02.1393 ) 21.05.2014: Taner Yildiz Wezîrê Têhnê (enirjî, wize) yê Tirkiyê, bi awayekî fermî firotina petrola Kurdistanê bi bazarên cîhanê ragehand.

(03.03.1393) 24.05.2014: Pêtro Porşênko bi bidestxistina %54 ji dengan bû serkomarê nû yê Okraynê.

(06.03.1393) 27.05.2014: Jeneral Ebdulfetah Sîsî bi bidestxistina %96 ji dengan bû serkomarê Mîsrê.

(13.03.1393) 03.06.2014: Rejîma Sûriyê ragehand ku Beşar Esed bi bidestxistina %96 ji dengan bûye serkomarê Sûriyê.

(19.03.1393) 09.06.2014: Çekdarên DAÎŞ’ê bi çend hezar çekdaran ve êrîş kirin ser Mûsilê, û hêzên Îraqê di vî bajarî de derxistin, û tewahiya bajar kontrol kirin. DAÎŞ’ê her di doma vê êrîşê de bajarê Tikrîtê nawenda parêzgeha Selahedîn jî girt, û Ehmed Cibûrî parêzgarê Selahedînê jî destbiser kir.

(17.04.1393) 08.07.2014: Êrîşa Îsraîlê li ser rexê Xeze dest pê kir. Ew êrîş bersiva êrîşên Hemasê bû, ku 28 rojan dom kir.

(12.05.1393) 03.08.2014: Qezaya Şingalê kete destê DAÎŞ’ê de, û bi hezaran kesî ji jin û mêr û zarokên Êzidî destbiser kirin, û ber bi Mûsilê ve birin, û gellek ji wan jî kuştin.

(17.05.1393 ) 08.08.2014: Hêzeke pêşmergeyên PDKÎ bi armanca bergirîkirin ji xak û xelkê Kurdistanê di hemberî êrîşa çekdarên DAÎŞ’ê de ber bi eniyên şer li Mexmûr û Giwêrê bi rê ket.
(17.05.1393) 08.08.2014: Barak Obama serkomarê Amerîkayê biryara êrîşa esmanî ya balafirên şerker ên wî welatî li dijî pêgehên DAÎŞ’ê derkir.

(11.06.1393) 02.09.2014: Karwana alîkariyên mirovî ên xelkê Kurdistana Îranê bo xelkê belengaz ê Şingalê gihîşte Herêma Kurdistana Başûr.

(21.06.1393) 12.09.2014: Firanswa Oland bi serdaneke fermî gihîşte Hewlêrê.

(27.06.1393) 18.09.2014: Xelkê Skotlendê di referandoma serxwebûnê de beşdarî kirin, û bi piraniya dengan biryar dan ku ji Brîtanyayê cuda nebin.

(15.07.1393) 07.10.2014: Êrîşa hêza esmanî ya Amerîkayê û hevalbendan li ser binkeyên DAÎŞ’ê li bajarê Kobanê û derdora wê dest pê kir.

(30.07.1393) 22.10.2014: Di civîna parlemênta Kurdistanê de, biryara şandina hêza pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê hate pejirandin.

(30.07.1393) 22.10.2014: Di bajarê Duhokê de bi amadebûn û serperestiya rêzdar Mesûd Barzanî lihevhatina di navbera serkirdayetiya TEV-DEM û ENKS’ê li Rojavaya Kurdistanê hate wajokirin.

(06.08.1393) 28.10.2014: Hêzeke pêşmerge bi çekên giran û nîve giran ve gihîşte bajarê Duhokê, û piştre jî ji xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl ve çûne nav xaka Tirkiyê, û ji wir ve jî bo bergirî ji bajarê Kobanê ber bi Rojavaya Kurdistanê bi rê ketin.

(11.08.1393) 02.11.2014: Kelha Hewlêrê ji aliyê UNSCO’yê ve kete ser xerîteya şûnwarên kelepûrî ên cîhanê.

(18.08.1393 ) 09.11.2014: %80 ji xelkê Herêma Katalona Îspanyayê di referandomeke na fermî de, dengê xwe dane serxwebûn, û cudabûna ji Îspanyayê.

(14.09.1393) 05.12.2014: Nilson Mandêla rêberê tevgera dijî apartaydê yê Afrîqaya Başûr û yekem serkomarê wî welatî piştî herifîna rejîma apartaydê di temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.

(05.10.1393) 26.12.2014: Elî Larîcanî serokê Meclîsa Şêvra Îslamî ya Îranê, digel şandekê ku Sehrarûdî yek ji bikujên şehîd Dr. Qasimlo jî di nav de bû, serdana Herêma Kurdistanê kirin, û piştî serdana bajarê Silêmaniyê, bi serdaneke fermî gihîştin Hewlêrê. Pêşwazî ji Sehrarûdî hesta Kurdên Kurdistana Rojhilat birîndar kir, û nerazîbûna nîştimanperwerên Kurd li pey xwe hebû.

(17.10.1393) 07.01.2015: Di êrîşeke terorîstî de li dijî ofîsa kovara “Şarlî Êbdo” li Parîsê, 12 kes hatin kuştin, û 10 kes jî birîndar bûn. Ew êrîş ji aliyê terorîstên girêdayî DAÎŞ’ê ve bi rê ve çû.

(28.10.1393) 18.01.2015: Termê Albêrto Nîsman serdozgerê giştî yê Arjantînê di nav mala wî bi xwe de hate dîtin, ku bi gulleyan hatibû kuştin. Nîsman berpirsyarê şopandina dosiyeya bûyera terorîstî ya “Amya” bû, ku berpirsyarên payebilind ên Komara Îslamî tê de wekî tometbarê sereke têne hesibandin. Nîsman berî vê ku bê kuştin, biryar bû di parlemênta Arjantînê de hewlên serkomara Arjantînê ji bo peçavtina rola Îranê di vê bûyerê de eşkere bike.

(06.11.1393) 26.01.2015: Hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi piştevaniya hêza esmanî ya hevalbendan, bajarê Kobanê yê Rojavaya Kurdistanê bi tewahî rizgar kirin, û alaya Kurdistanê li ser girê Miştenûrê bilind kirin.

(17.11.1393) 17.02.2015: Saziya terorîstî ya Ensarullah ya ser bi rejîma Îranê, bi encamdana derbeya leşkerî û hiloşandina parlemêntoya Yemenê, bi awayekî fermî dest bi ser bajarê Sen’ayê de girt.

(12.12.1393) 03.03.2015: Yekîneyeke pêkhatî ji hêzên dijî teror û polîsê bajarê Koyê, bi awayekî nayasayî êrîş kirin ser malbatên kempa Azadiyê ya PDKÎ. Ew kiryara wan digel dijkiryara tund ya bîr û raya giştî û hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê berbirû bû, û hate şermezarkirin.