Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parek ji helbestên Hafiz ji aliyê helbestvanek Kurd bo ser zimanê Kurdî hatine vergêrandin

13:50 - 2 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia:parek ji helbestên dîwana Hafizê Şîrazî helbestvanê bi nav û deng ê Faris, ji alîyê helbestvanekî Îlamî bo ser zimanê Kurdî hatin vergêrandin.
Mistefa Beygî helbestvanê Îlamî li dirêjîya zengîn kirina pirtûk xaneya Kurdî, piştî 20 salan pişkek ji helbestên Dîwana Hafiz Şîrazî vergêrandin ser zimanê Kurdî.

Mistefa Beygî endamê şivra birêveberên navenda Ferhengî û Wêjeyî a Hana li bajarê Îlamê ye û heya niha çendîn berhemên wêjeyî bi zaravê Goranî amade kirine.wek helbestên Hayko, helbestên Nû û helbestên Zarokan bi zimanê Kurdî çap kirine.
berê jî li meha gelawêj a îsal de pirtûka “Tavgey Evîn” verger hemû helbestên dîwana Hafizê Şîrazî bi zimanê Kurdî ji aliyê Mela Salih Sahib helbestvanê Seqizî hatibû çap û amade kirin.

ev kû di berhema niha de girînge, li dawiya her helbestekê de Mamosta Omer bi xwe beytek bi heman awayî û hizra Hafiz û bi nasnavê “Kolîl” bi helbestan zêde kiriye.

pêştir jî li dehika 70’ê a rojî Mamosta Ebbas Heqîqî helbestvanê wefat kirî ê xelkê bajarê Bokanê 100 helbestên Hafiz vergêrandibûn ser zimanê Kurdî.