Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha nû, yan jî guherîna dîmogirafiya Kurdistanê

14:08 - 25 Kanûna Paşîn 2014

Dara Natiq

Bi dirêjahiya dîroka deshilatdariyê di Îranê de, rejîmên zal û hakim bi ser welatê Îranê de, bi metodên curbicur, serbarê siyaseta asîmîlekirina çand û kultur û şûnasa neteweyî, bi berdewamî û bi pîlanên curbicur, hewla guherîna dîmogirafiya herêmên Kurdistanê dane, û yek ji wan jî parêzgeha Urmiyê ye. Veguhastina bi sedan Kurdên vê herêmê bo Xurasan û derdora wê, li serdemê şerê navbera împeratoriya Sefewî û Osmanî, û herwisa anîna zêdetir ji 15000 malbatên Turk bo vê parêzgehê, û guherîna navê parêzgeha Urmiyê bo Azerbaycana Rojav, û heya guherîna navê beşek ji gund û deverên Kurdî, bo ser zimanê Turkî û ... hwd, beşek in ji hewl û pîlangêriyên deshilatdarên zal bi ser Îranê de.

Eva çend sal in ku Komara Îslamî di nava hewildanan de ye ku vê parêzgehê bi ser çend beşan de parve bike, û her carê bi hêcetên cur bicur, û vê carê jî, ji zimanê Osman Ehmedî nûnerê bajarê Mehabadê, di Meclîsa Şêvra Îslamî ya vî welatî de, pêşniyara dirustkirina parêzgeheke nû bi navê kurdistana bakûr xiste ber bas.

Bê guman parvekirina parêzgeha Urmiyê ji aliyê pîlandarêjên vê bîrokeyê ve komeke armancên siyasî li piştê ye ku cihê lê hûrbûnê ye.

Armanca serekî ya rejîmê ji vê piroseyê guherîn dîmografiya vê herêmê ji aliyekê, û ji aliyeke din ve pêkanîna nakokiyan e di navbera pêkhateyên vê herêm de. Bi taybetî di navbera Kurd û Azeriyan de, ku bi sala ye bi biratî bi hevdu re dijîn. Serbarê vê ku Kurd piraniya pêkhateya vê parêzgehê pêk tînin, lê derfeta beşdarîkirina di dem û dezgehên birêveberiya vê herêmê de, bi wan nehatiye dan.

Gelê Kurd û Azerî, tevî vê ku ji her cure mafeke siyasî heta di çarçoveya yasayên Komara Îslamî de jî, hatine bêparkirin, lê rejîmê hertim hewil daye ku bi vêdedana Kurdan, û beşdarkirina zêdetir ya Azeriyan li birêvebirina vê herêmê di çarçoveya yasayên rejîmê de, û herwisa hewandina taqm û girûp û kesên bîrteng û tundajo, toyê nakokî û dubendiyê di navbera pêkhateyên vê herêmê de biçîne, û bi vî awayî wan ji xwestekên siyasî û mafên wan dûr bixe.
Parêzgeha Urmiyê ku xwediyê çavkaniyên dewlemend ên binerdî, û pira pêwendiyên aborî û siyasî di navbera Asya û Rojava de ye, û netewe û olên curbicur têde dijîn, serbarê siyasetên asîmîlasiyon û tevdanîkariyan ji aliyê rejîmên zal bi ser welat de, şiya ye ku bibe xwediyê civakeke çend kulturî, û toleransa civakî. Ji hemiyê giringtir serhildana tevgera rizgarîxwaziya Kurd di vê herêmê de, bi hestkirina bi berpirsatiyê ve, kariye kultura aştî û pêkvejiyanê, û hevsengiya civakî bike rêrewa tewahiya pêkhateyên vê herêmê, da ku ew pêkhateyên herêmê, her cure hewildaneke rejîmê bo têkdana vê tebahiyê bikne bilqa ser avê.

Her li gorî yasaya bingehîn ya rejîmê, gelên jêrdest ên Îranê, û yek ji wan gelê Kurd ji her cure mafeke kulturî û siyasî, hatine bêparkirin. Hekî armanc ji avakirina parêzgeheke nû bi nawendîtiya Mehabadê nehêlana cudahiyên neteweyî, aborî û olî be, gelo ew herêmên Kurdakincî ku dikevne derveyî vê parêzgehê, wê qedera wan çi bi ser de bê. Bo mînak parêzgeha Kurdistanê (Sine) ku kêşeya nav tuneye, û tewahiya pêkhateya wê Kurd in, û di refa parêzgehên herî paremayî de ye, mixabin ji mafên herî destpêkî û kulturî ên xwe bê par in, û heya posta parêzgrar jî bo Kurdan di vê parêzgehê de, bi rewa nezanîne, û bi gotina wan kesekî kêrhatî û kurd têde tunebûye, lewra wan kesekî xeyrî Kurd danîne.
Nûnerê Mehabadê û Kurdên alîgirê vê bîrokeyê, hewce ye ku bizanin dîtingeha emniyetî a rejîmê li hemberî Kurdistanê, dîtingeheke neguher e, û yasaya bingehîn ya vê rejîmê jî, tu derfeteke birêveberî û beşdarîkirinê di biryarên vê herêmê de, ji xelkê kurdistanê re rewa nizanin.

Di rewşeke wisa de hewce ye ku hemû pêkhateyên vê herêmê û bi taybetî kurd û nûnerên wan, di cihê anîne berbasa pirsên ku encama vê dibe sedema bilez sergirtina pîlanên rejîmê, û tu xizmetekê bi doza rewa ya Kurd nake, û di heman demê de zirara sereke Kurdên vê parêzgehê dibînin, dibe hewlê bidin ku bi Îradeyeke giştgîr û yekgirtî kar bo nehêlana her cure ferq û cudahiyekê, û guherîna pêkhateya rejîmê û yasayên vê rejîmê bikin, û derfeta hewce bo beşdarîkirina hemû pêkhateyên welat di biryar û birêvebirina welat de pêk bînin, û pêdagiriyê li ser maf û xwestekên xwe bikin.

Herweha bi parastin û bihêzkirina aştiyê û pêkvejiyana di navbera tewahiya pêkhateyên parêzgeha Urmiyê, pîlanên rejîmê bikne xevna ehrîmenî ya rejîmê.