Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistamna Îranê peyamekî bi boneya Newrozê bo Partiya Azad a Kurdistanê dişîne

14:35 - 20 Adar 2015

Kurdistan media: Mekteba siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekî de, Cejşa Newrozê li Partiya Azad a Kurdistanê pîroz kir.

Naveroka wê peyamê bi vî awayî ye:

Hevalên rêzdar ên rêberiya Partiya Azad a Kurdistanê (PAK)!
Silav û hurmet!
Cejna newrozê ji we û tewahiya gelê Kurdistanê û bixasmanî malbatên rêzdar ên şehîdên rêya rizgarî û serbestiya Kurdistanê pîroz be.

Em pîrozbahî û silavên xwe dişînin ji boy hemû wan Pêşmerge û Şervanên ku niha li cih û deverên cur bi cur ên Kurdisyanê, bona berevanîkirin ji axa Kurdistanê, tevî terorîstên “Da’îşê” şer dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, partiya Pêşewa Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û bi hezaran şehîdên rêya azadî û demokrasî yê li Rojhilata Kurdistanê, ji Newrozê weke sembola yekgirtin û aşîtiya di navbera Kurdan dinêre û her di vê rojê de, tevî netewe û şehîdên xwe soz û peymanê nû dike.

Em hêvîdarin ku sala Nû ji boy we û tewahiya gelê Kurd, bibe sala serkein û aşîtî û xweşî û rêûresma Newroza we jî, bi awayek herî baş birêve here.

Parttiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera siyasî
19/3/2015