Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Pêşkevtinxwazên Kurdên Sûriyê û “PSK” seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kirin

22:03 - 13 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Sê partî li sê Parçeyên Kurdistanê li Deftera Siyasî a PDK Îranê jihev civiyan.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, roja Şemî berwar 13’ê Tebaxa 2012’an, heyetek Partiya Demokrat a Pêşkevtinxwazên Kurdên Sûriyê bi serperestiya birêz “Hemîd Derwêş” Sekreterê Giştî û heyetek Partiya Sosyalîst a Kurdistana Turkiyê bi serperestiya birêz “Misûd Tek” Sekrteterê Giştî, seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kirin û ji aliyê heyetek PDK Îranê ve bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hatin pêşvazîkirin.
Di vê rûniştina sêalî de dawîn guhertinên deverê û her yek ji parçeyên Kurdistanê hatin şirovekirin û dan û sitandinaên hizr û rayan kirin.
Sêalyan rewşa netewa Kurd li her yek ji parçeyên Kurdistanê nirxandin, bi taybetî rewşa îro a Kurdistana Sûriyê xistin ber bas û bi derfetek dîrokî bo Kurd di vê beşa Kurdistanê de dan zanîn û hêvî xwastin ku gişt aliyên Kurdistana Sûriyê bi dîtina rastiyan bûyerên deverê û Sûriyê bişopînin, heya bikarin tevî parastina berjewendiyên bilind ên netewa Kurd, mafên netewî ên gelê me di vê beşa Kurdistanê de misoger bikin.
Rûniştina han pêdagirî li ser bihêzbûna pêwendiyên gişt aliyên Kurdistanê kir.