Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriya bi hilkefta koça dawî ya Luqman Mêhfer, Endamê Hey`eta Îcrayî yê Navenda Siyasî ya PDKÎ, peyama sersaxiyê bo Hizbê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Ji bo Partiya Demokrat a kurdistana Îranê
Silav û rêz
Mixabin îro (10.4.2021), xebatekerê Kurd yê nasikirî, nemir Luqman Mêhfer (endamê rêveberiya PDKÎ), bi sedema nexweşiya Koronayê, çû ser dilovaniya xwe.
Bi navê deftera siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), em sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazin.
Hêvîdar in ku hûn karbîn xebata nemir Luqman ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd, bibine serê.
Ciyê wî buhişt be
Serê we û serê gelê Kurd sax be
Qamîşlo 10.4.2021
Deftera siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriya