Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat pîrozbahî li Koçer Bîrkar kir

19:32 - 2 Tebax 2018

Kurdistanmedia: “Koçer Bîrkar” bîrkarê bijardeyê neteweya Kurd,  xelata herî binavûdeng a bîrkariyê ya cîhanê bi dest xist.

Professor “Fireydûn Direxşanî” mamostayê ciwan yê Kurd, di zanîngeha “Cambridge”  a welatê Birîtaniyayê xelata “Fîldz” a binavûdeng ku xelata cîhanî ye, li beşa bîrkariyê de  bi dest xwe xistiye.

Midala “Fields” di sala 1936`an heyanî niha, ji aliyê Navenda “Fields” li bajarê Torrentoyê de, her çar salan carekê bi 2-4 kesên çalak û jêr temen 40 saliyê tê dan, ku di beşa bîrkariyê li cîhanê de kar dikin.

Herwisa xelata sala 2016`an ya  Encûmena Bîrkariyê a Amerîkayê jî, ji “Fireydûn Direxşan”, (Koçer Bîkar) û 3 bîrkarzanên din re hate pêşkêşkirin.

Ev xelata her du salan carekê, ji wan kesan re tê dan ku di biyavên bîrkariyê de lêkolînan dikin, û “Koçer Bîrkar” jî  di beşa “Hindise û cebir” de çalakiyan dike.    

Piştî serkevtina vî ciwanê Kurd di beşa bîrkariyê de, xelkê Kurdistanê di torên civakî de bi rengên curbicur keyfxweşiya xwe  bi boneya serkevtîbûna vî ciwanê Kurd nîşan dane, û bi heştega #Koçer#spas#Caucher#Thankyou# pîrozbahiyên xwe ji vî bîrmendên Kurd re şandin.           

Ev bîrmendê neteweya Kurd, piştî wergirtina midala “Fields” ragehandiye ku: Hêvî dikim bi vê xelatê bikaribim keniyê bixim ser lêvên 40 milyon Kurdî”.

Bidestveanîna vê xelatê ji aliyê bîrmendê Kurd, di cîhanê de li ser medyayên cîhanî deng vedaye, û hemû medyayên cîhanê bas ji serkevtina vî ciwanê Kurd dikin.

“Koçer Bîrkar” li sala 1357`an li gundê “Nê” ya girêdayî bajarê Merîwanê ji dayîk bûye, û bawernameya karnasiyê  li zanîngeha Tehranê wergirtiye.
Navbirî qonaxa dukturayê di zanîngeha “Natîngham” a Birîtaniyayê tewaw kiriye, û li sala 1385`an weke professorê bîrkariyê li zanîngeha “Cambridge” dest bi kar bûye.

Wî ciwanê Kurd heyanî niha di 20 welatên cîhanê de, civîn derheqê dawîn destkevtên bîrkariyê li dar xistiye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî pîrozkirina ji vî bîrmendê neteweya Kurd, keyfxweşiya xwe bi boneya serkevtina vî ciwanê Kurd nîşan da û hêviya serkevtinê di warên din yên zanistê de ji bo wî ciwanê Kurd xwast.